-
Rawestgeha Metroyê ya 'Meryema Pîroz' (S) li cîhanê deng veda
Çirî 18, 2025 05:52Rawestgeha bîst û pêncem a Xetê 6 ê Metroya Tehranê bi navê Hezreta Meryema Pîroz (S) li Kolana Kerîmxanê ji rawestgehên herî ciyawaz ên paytexta Îranê ji hêla form û dîzaynê ye ku beriya ku were vekirin, li cîhanê deng vedaye. Ev rawestgeh bi hewla mihendis û karzanên Kompaniya Hesinrêya Bajarî ya Tehran û Dorhêlê gihîştiye qonaxa xwe ya dawiyê û bi zûtî dê bikeve xizmetê.
-
Birêkirina meytê Serdar 'Elîreza Efşar'
Çirî 17, 2025 10:20Rêûrisma birêkirina meytê serdar 'Elîreza Efşar' sibeha Îniyê, 17ê Cotmeha 2025an, bi amadebûna Serdar 'Îsmaîl Qaanî' Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî û serdar 'Muhsin Rezayî' Feramdeyê Sipaha Pasdaran di serdema Berevanîya Pîroz da, komeke berpirsan û xelkê ji Mizgefta Emîr ul-Moninîn (S) heta Mezargeha Şehîdan li bajaroka Şehîd Mehelatî ya Tehranê hat lidarxistin.
-
Jiyan di rêgeha ba û tavê da; çîroka koçeriyê li Xorasana Bakûr
Çirî 16, 2025 09:58Li nav deşt û çiyayên Xorasana Bakûr, koçer hîn jî digel rîtm û ahenga xwezayê dijîn; li nav reşmal, keriyên pêz û rêkoçên bêdawî, çîroka pêkvejiyana mirov û xwezayê pêk hatiye.
-
Bişirînên ku tarîtiyê dişkênin
Çirî 15, 2025 11:43Li tarîtiya şevê li nav kempên perrava Xezzeyê, li cihê ku kon tenha sitargeh û serpenaha bi hezaran awareyên şêrr in, hîn jî jiyan berdewam e. Bişirîna firoşyarekî sebzeyê, dengê kenîna zarokên ku li nav sîberan dilîzin û ronahiya nizim a çirayên ku malbat li dora wan kom dibin, gişt nîşaneyê hêzekê ne ku tarîtiyê paşve dikişînin.
-
Azadkirina zîndaniyên filistînî piştî agirbesa Xezzeyê
Çirî 14, 2025 07:30Piştî pêkhatina agirbesê li Xezzeyê pêvajoya danûstana zîndaniyên filistînî û girtiyên siyonîst dest pê bû.
-
Heştemîn komcivîna navneteweyî ya hevgirtina bi zarok û nûciwanên filistînî ra
Çirî 13, 2025 05:46Heştemîn komcivîna navneteweyî ya hevgirtina bi zarok û nûciwanên filistînî ra, bîranîna şehîd Mihemed Eddurre, zarokên şehîd ên Xezzeyê û Berevaniya Pîroz a 12-rojî li Tehranê hat lidarxistin.
-
Tîma neteweyî ya Giranîrakirinê ya Îranê bû qaremana cîhanê
Çirî 12, 2025 13:01Tîma neteweyî ya Giranîrakirinê ya Îranê di pêşbirkên cîhanî yên 2025an ku li Norwêjê hat lidarxistin, bi 388 puenan bû qaremana cîhanê.
-
Meşa 'Beşareta Nesrê' li seranserî Îrana Îslamî
Çirî 11, 2025 10:46Hevdem digel duyemîn salvegera operasyona 'Bahoza Eqsayê', meşa bicoş a 'Beşareta Nesrê' (Mizgîniya Serkeftinê) ji bo piştevaniya ji gelê berxwedêr û qareman ê Filistînê duh piştî xwendina Nimêja Îniyê li seranserî Îrana Îslamî hat lidarxistin.
-
Şahî û kêfxweşî li Xezze û Erdên dagirbûyî piştî ragihandina agirbesê
Çirî 10, 2025 06:46Piştî ragihandina lihevkirinnameya agirbesêm li Xezzeyê, pêlek ji şahî û kêfxweşiya filistîniyan li nav xelkê Filistînê bi rê ket.
-
Amadebûna Serokkomar li Erkantiya Feraca'yê
Çirî 08, 2025 09:05Dr. Mesûd Pizişkîyan Serokkomarê Îranê berêvara Sêşemiyê, 8ê Cotmeha 2025an, bi boneya Hefteya Hêza Întizamî (Hêza Polîs û Sînorvaniyê) bi awayê pêşbînînekirî beşdarî Civîna Fermandeyên payebilind ên vê hêzê li Erkantiya 'Fermandetiya Întizamî ya Komara Îslamî ya Îranê' (Feraca) bû.