Hevgavê roja 316`an a şerê li Xezeyê, Rejîam Siyonîst îro li bajarê El-Zawaide li navenda zîvala Xezeyê malek bombebaran kir ku di encamê de 15 filistînî şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn û hîna gelek kes jî di bni xirabeyan mane.
Di rewşekê de ku civîna Dohayê ji bo agirbesa di navbera Îsraîl û Hemasê de bê encam bi dawî hat, yek ji rêberên Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) ragihand ku Rejîma Siyonîst berpirsê bêencambûna hewlên ji bo pêkanîna agirbesê li zîvala Xezeyê ye.
Di halekê ku piştî derbasbûna 10 mehan ji destpêkirina jînosayda li Xezeyê û şehîdbûna zêdetirî 40 hezar kesî ku nêzî nîviya wan zarok pêk tînin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Sindoqa Zarokan a NY (UNICEF) daxwaza rawestandina mirovdostane ya şer û pevçûnên li Xezeyê bo mideha heft roja kirin da ku di hefteyên pêşber de derziya dijî felecê li zêdetirî 640 hezar zarokên di bin 10 salî bikin.
Navenda nasyar bi Çavdêra Mafên Mirovan a Ewropa û Medîteraneyê ragihand, 2 hezar û 100 zaro0kên sava li Xezzeyê hatine kuştin.
Çavkaniyên nûçeyan roja Çarşemiyê qala şehîdbûna 16 filistîniyan di encama êrîşên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê kirin.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst êrişî şarê Xan Yûnisê kirin ku di encamê da bi dehan kes hatin şehîdkirin û birîndarkirin.
Misr, Qeter û Amerîkayê wek navbeynkarên pêkanîna agirbesê li Xezzeyê û lihevguhertina êxsîran di navbera Hemas û Rejîma Sîyonîst da, piştî vê dewra muzakireyên agirbesê li Duheyê, daxûyanîyek dan.
Lêjneyên Berxwedêr ên Filistînê amajeyî cinayeta nû ya bajaroknişînên sîyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê kirin ku ``berfirekirina têkoşînê û şewitandina erdê di bin lingê dagirkeran da`` bersiva li vê cinayetê ye.
Di encama êrişa balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser Xan Yûnisê de, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 10 hezar nexweşên pençeşêrê li Xezeyê hewcetî bi alîkariya lezgîn hene.