-
Dilgiraniya dereng a Yekitiya Ereban li bara qeyrana Sûriyê
Nîsan 09, 2017 09:53Sekreterê giştî yê Yekitya Ereban daxwaza kutakirina pevçûnan û parastina yekperçetiya erdê Sûriyê kir.
-
Berteka Iraqê li hemberî destwerdanên Tirkîyê
Nîsan 08, 2017 14:07Dewleta Iraqê bi rexnegirtina ji gotinên wezîrê karên derve yê Tirkîyê têkildarî dewama destwerdana leşkerî li wî welatî bi heceta sekinîna li hemberî komên têrorîst got: Em rê nadin tu alîyekî bîyanî opêrasyona leşkerî li axa Iraqê lidar bixe.
-
Êrişa ser Sûriyê û çarenivîsa riswatiyên siyasî yên li nav Amerîkayê
Nîsan 07, 2017 12:36Êrişa mûşekî ya Amerîkayê ser axa Sûriyê carek din eşkera kir ku Amerîka qet qayde û qirarên hiqûqî yên navnetewî berçav nagire.
-
Dijberiya li hember daxwaza Emerîkayê jibo zêdekirina bûdceya eskerî ya NATO`yê
Nîsan 07, 2017 05:22Martîn Şoltz berbijarê serokwezîriya Amanyayê ji partiya sosyal demokrat, diyar kir: daxwaza Emerîkayê jibo zêdekirina bûdceya eskerî ya endamên NATO`yê bi sedî 2 yê ya berhemanîna naxalisiya navxweyî maqûl û pratîkî nîne û ew red kir. wî daxawaza xebitandina sermayê ya berfireh li warê lêkolîn û binavahiyan kir da ku Almanya cardinê vegere cih û şûna hevrikiya aboriyê.
-
Gelo biryara konseya parêzgeha Kekûkê û lihevkirina PDK û YNK ser xêra ewlehiya herêmê û Iraqê ye?
Nîsan 03, 2017 10:07Hevdemê dora nû ya gêre û kêşeyên ser rakirina Ala Kurdistana Iraqê li navendên dewletê yên parêzgeha Kerkûkê, Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya vê herêmê (YNK) li civîna xwe ragihandin ku piştgiriya biryara konseya parêzgeha Kerkûkê ya rakirina ala Herêma Kurdistanê digitin û li vî halî de ser diyarkirina mekanîzmekê li bara dema birêxistina referandûma serxwebûna Herêmê li hev kirin.
-
Siyasetên Amerîkayê yên li dij Îranê
Nîsan 02, 2017 13:29Rayedarên amerîkî li van rojên dawiyê dewreke nû ji siyaset û liv û tevgerên li dij Îranê dane despêkirin. Ew îdia dikin: Îran li karûbarên welatên erebî mudaxile dike û pişta terorîzmê digire, li vî halî de ew hêza mûşekî ya Îranê ji navçê û cîhanê re bi taluke didin zanînê.
-
Şertên Tirkiyê jibo derketina hêzên wê ji Sûriyê
Nîsan 02, 2017 11:56Dewleta Enqerê jibo derketina tam a eskerên Tirkiyê ji erdên Sûriyê şertên nû hilêxistine.
-
Sîxuriya Tirkiyê li cîhanê, xizmet an xiyaneta dewleta Enqerê
Nîsan 01, 2017 16:00Parlemanterekî Otrîşê bi eşkerakirina hin belgeyan Tirkiye tawanbar kir ku ji riya balyuzxanên xwe li welatên cîhanê operasiyoneke berfire li dij dijberên dewleta tirk û Erdogan bi rê xistiye û dijberên hanê ji dewletê re dide nasandin.
-
Sekinîna Emar Hekîm ser guhertina rejîma siyasî li Iraqê
Nîsan 01, 2017 12:11Serokê Civaka bilind a Îslamiya Iraqê Emar Hekîm duh xwest ku sîstema siyasî li Iraqê were guhertin û cihê `Beşdariya Neteweyî`, `Piranî û Kêmaniya Neteweyî` were damezirandin.
-
Derketina ENKSê ji nav hevdîtinên Cenevê
Adar 31, 2017 14:54Encumena Niştimanî ya kurd a li Sûriyê (ENKS) 30 Adarê ji ber ku projeya wan di hevdîtinan bibe beşeke danûstandinan nehat qebûlkirin, beşdarbûna xwe ya li rûniştinên Cenevê rawestand.