-
Qerîbabadî daxwaza lêkolînê ji Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî derbarê cinayetên Îsraîlê kir
Tesrîn 27, 2024 11:36Alîkarê karûbarê Hiqûqê û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê li hevdîtina bi rêvebirê giştî yê Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî li Laheya Holandayê tevî hişyariya derbarê bikaranîna çekên kîmyawî û çekên din ên qedexekirî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li Filistîn û Lubnanê daxwaza lêkolîn û şopandina alûgurên têkildar ji aliyê vê rêxistinê ve kir.
-
Muzakireya Îranê tev ewrûpîyan ser bingeha rûmet, zanîn û meslihetê
Tesrîn 26, 2024 13:15Berdevka hikûmeta Îranê got ku muzakireya tev Fransa, Alman û Ingilîs wek sê welatên ewrûpî bi berçavgiritna rûmet, zanîn û meslihetê ku rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî tekezîyê ser wan dike, didome.
-
Rêberê Giranqedr ê Şoreşê: Hizr û ramana Besîcî sedema sereke ya têkbirina pîlanên îstikbarê ye
Tesrîn 25, 2024 17:06Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên curbicur ên Besîcî yên Îranê bal kişand ser wê yekê ku mekteb û hizr û ramana Besîcî ser du bingehên baweriya bi Xwedê û bawerkirina xwe hatiye avakirin û diyar kir: Ev du taybetmendiyên herîbaş dê bibin sedema têkbirina siyaset û pîlanên îstikbara cîhanî bin.
-
Wezîrê niftê yê Îranê: Komara Îslamî ya Îranê jibo firotin û hinartina niftê tu dilnigeranî tine
Tesrîn 25, 2024 13:46Wezîrê niftê yê Îranê got: Îran di warê firotin û hinartina niftê de tu dilnigeranî tine.
-
Îran, Alman, Ingilîs û Fransa dê bicivin
Tesrîn 24, 2024 15:16Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ragihand ku Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Îran, Fransa, Alman û Ingilîsê yê ji bo gotûbêja derbara meseleyên herêmî û navdewletî di roja înî 29`ê Mijdarê da bicivin.
-
Bernama navokî ya Îranê bi awayekî herî giran tê kontrolkirin
Tesrîn 23, 2024 13:06Wekîlê Dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li rêxistinên navdewletî yên li Vîyenê pêgirî kir ku bernama navokî ya biaştî ya Îranê bi awayekî herîgiran ji hêla Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) va tê kontrolkirin.
-
Serfermandarê Sipahê: Em dê tolê ji Israyîlê hilînin
Tesrîn 22, 2024 15:20Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got: Van rojana ti kes li Israyîlê rûyê aramîyê nabîne û hemî di sitargehan da derbas dikin û ricaf ketîye bedena dijminan.
-
Pêgirîya gelê Têhranê ser derxistina Rejîma Sîyonîst ji NY
Tesrîn 22, 2024 15:20Piştgirên Filistîn û Libnanê bi kombûneke berfire li ber nivîsgeha NY ya li Têhranê, xwestin ku Rejîma Sîyonîst ji vê rêxistinê were derxistin.
-
Berteka Îranê himber biryarnama narewa ya Konseya Hikimdarên IAEAyê
Tesrîn 22, 2024 15:20Wezareta Karên Derve û Rêxistina Enerjîya Atomê yên Îranê wek berteka himberî biryarnama narewa ya Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya derbara bernama navokî ya biaştî ya Îranê bertek nîşan dan.
-
Wekîlê Îranê li IAEAyê: Biryarnama IAEAyê bi armancên sîyasî hat pesendkirin
Tesrîn 22, 2024 14:50Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ku ketîye şarê Vîyenê, biryarnama Konseya Hikimdarên vê ajansê ya dijî Îranê biryarnameyek bi armancên sîyasî zanî ku ji hêla raberker û pesendkerên wê va tên şopandin.