Çile 04, 2021 13:59 Asia/Tehran
  • Stenbol - Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin

Li Beyoglûyê bi sedan esnafan darabeyên xwe girtine û esnafên ku darebeyên negirtine jî amadekarî dikin ku bigirin. Esnafan, diyar kir ku ji bo jiyana xwe şerê man û nemanê didin û ev tişt gotin: “Bila desthilat berçavkên hespan derxe û li gelê ku dibêje ‘Birçî me’ binêre.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 'Nacî Kaya - Berfîn Karaman' nivîsîne: "Esnafên ku di çarçoveya tevdîrên şewbê de nikarin darebeyên xwe vekin, top davêjin. Ji ber kirêyên zêde bi sedan esnafan di mehên destpêkê yên vîrûsa koronayê de dikanên xwe girtine. Li Beyoglû, her roj herî kêm 2 esnaf dikanên xwe digirin. Esnafên ku hê dikanên xwe negirtine jî dibêjin ku ji bo girtinê rojan dijmêrin. Esnafên ku tu piştgiriyê negirtin û bi mehan neçar man ku fatore û kirê bidin, diyar kirin ku desthilat ji bilî girtina darebeyan çareserî nehilberandiye." 

PIŞTGIRÎ ŞERT E 

Masîfiroş Îdrîs Çîmen ku li yek ji nuqteya herî bi tevger a Beyoglû kuçeya Sutluceyê masiyan difiroşe, diyar kir ku piştî şewbê esnaf terkî qedera xwe hatine kirin û nikarin mesrefên xwe jî bibersivînin. Çîmen, destnîşan kir ku 47 sal in masîfiroşiyê dike û heta niha krîzeke wiha mezin nedîtiye û wiha got: “Îro kirêya şevnişînekê bûye 500 TL. Siyasetmedar bi rakirina tiliya xwe mûçe digirin, em jî heqê xweydana xwe nagirin. Esnaf û gel di rewşeke zor de ne. Piştgiriya ji bo me şert e. Heke piştgiriya me neyê kirin ez ê jî dikana xwe bigirim.” 

BI KÛRBÛNA KRÎZÊ RE HIRS JÎ KOM DIBE 

Çekdar Kaydan ku li heman kuçeyê esnafiyê dike jî bi lêv kir ku welat di hêla siyasî, civakî û aborî de di krîzê de ye û ev tişt anî ziman: “Her ku diçe krîz kûr dibe, kesekî ku çare bibîne jî tuneye. Krîza heyî ji aliyê herkesî ve tê dîtin. Em di rewşeke xeternak de ne. Ji ber şewbê kes tiştekî nabêje lê piştî şewbê dê kevir li ser kevir nemîne. Hirsa gel kom bûye. Em ne li bendê ne kesên ku dibêjin, ‘nanê ziwa bixwin’ pirsgirêkan çareser bikin.” 

ŞERÊ MAYÎNA LI JIYANÊ 

Serdar Ecer ku 5 sal in li restoranteke li kûçeya Sutluceyê garsoniye dike jî destnîşan kir ku şerê mayîna li jiyanê didin û wiha got: “Di kuçeyê de bi dehan esnafan dikanên xwe girtine. Bi vê çûnê dê heta 2-3 mehan hemû esnaf dikanên xwe bigirin. Li kargeha me berê em 18 karker dixebitîn. Li niha 14 jê di destûra bêpere de ne. Mûçeyê ku ez digirim jî tenê têra dayîna deynê min dike.”  

‘BERÇAVKÊN XWE YÊN HESPAN DERXIN’ 

Di berdewamê de Ecer, bi van gotinan bertek xwe anîn ziman: “Li şûna ku piştgirî bide dewletên din bila desthilat berçavkên xwe yên hespa derxe û berê xwe bide gelê ku dibêje, ‘Birçî me’.

Li vî welatî mirov li ser destê xwe ‘birçî me’ dinivisînin û întîhar dikin. Hin jê xwe ji qata 9’an davêjin, hin jê jî xwe bi gaza siruştî jehrî dikin. Ev hemû li ber çav in. Divê êdî muxalefet li dijî vê rewşê dengê xwe derxe.” 

 

 

Serepeyv