Adar 21, 2019 15:58 Asia/Tehran
  •  Sala nû li gor peyama rêberê giranqedr ê inqilabê

Hezretê auyetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li peyamekê bi munasibeta destpêbûna sala 1398`an koça tavî(KT), sala nû wek sala «Geşatiya Berhemanînê» bi nav kir.

 Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sala 1397 a KT saleke bi bûyer û rûdawên curbicur nirxand û got: Dijminan li vê sala derbasbûyî pîlanên curbicur ji Îranê re amade kiribûn, lê netewê Îranê bi wateya rastîn li meydanê bû û bi îstemî û agahî ve û bi saya xebat û viyana ciwanên xwe ve ew pîlanên qirêj bê encam kirin. 

 Gelê mezin ê Îranê îro  li halekê sala nû destpê dike ku bi qawet  li sala 97`an nîşanî dijmin da ku qet dê işkestê nexwe û bi awayekî hevgirtî li hember komployên Emerîka û zextên Ewrûpayê sekinî û nîşan da ku bi palpiştiya presnîp û armancên Inqilaba Îslamî dikarin serdestîxwaziya  qawetên cîhanî têk bibin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê  bona hilêxistina giringiya  vê tevgera mezin, berteka gelê Îranê li hemberî boykotên giran ên Amerîka û Ewropayê li warên siyasî û aborî ve bertekek qahêm û bi hêz da zanîn û got: Li warê siyasî, mînaka vê bertekê meşa mezin a 22 Behmenê û helwêstên bi hêz ên gelê Îranê li gişt mideha salê bû û li warê aborî jî mînaka wê «zêdebûna însiyatîv û xuliqkariyên zanistî û teknîkî», «zêdebûna berbiçav a şirîketên zanistbingeh», «zêdebûna berhemanînên binavahî û bingehîn ên navxweyî» yên wekî birêxistina fazên curbicur ên gazê li başûra welêt û û birêxistina palîngeha mezin a Benderebasê bû. Bi vî awayî netewê Îranê karî li ber dijminan qawet, heybet û mezinatiya xwe nîşan bide û şeref, rometa Netew û Înqilab û Pergala Komara Îslamî  zêde bike.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê  li peyama xwe jixwe bal kişand  ser pîvanên giring ku bingeha sereke ya zîet û qaweta gelê Îranê pêk tîne.

 Mayîndebûna gelê Îranê li hember zext û zorên siyasî û aborî yên Emerîka û Ewrûpayê ji wan pîvanan in ku par ji qonaxeke dijwar derbas bû û bi parastina  yekitî û hevdengyê, serbilind û serketî ev qonaxa derbas kir. Ev mayîndebûna  û ev berxwedana  nîşan da ku gelê Îranê tevî hebûna  astengî û zextên aborî xwe li ber zordaran natewînin.

 Lê pîvaneke giring a din ku li peyama Newrozî ya rêberê inqilabê amaje lê hatiyekirin, serketina gelê Îranê li warê bikaranîna  zirûfên derûnî li beşên  curbicure aborî û berhemanîna zanistbingeh e. vê hereketê girigiyele  startejîk heye û bandorên  berbiçav li kêmkirina zexta boykotan hebûye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser pêşewaziya netewê Îranê ji slogana sala 1397 KT yanî «piştgiriya ji kelûpelên îranî» û şûn û eserên wê yên erênî û got: Sala îsal mesela bingehîn û sereke mesela «berhemanînê» ye, çûnku heke berhemanîn bikeve rê, hem pirsgirêkên meîşetî û karsaziyê çareser dibe, hem jî eva dibe sebeb ku êdî welat hewcemendê biyaniyan û dijminan nebe, heta eva dikare heya asteke jorîn pirsgirêka nirxê diravê neteweyî jî çareser bike, vêca ez slogana vê salê «Geşatiya Berhemanînê» didim zanîn.

 Ezmûn û tecruba par û bûyerên  aloz li liv û evegrên  aborî û siaysî nîşan da ku yek ji armancên sereke yên dijminan, pêkanîna  bêhêvîtî û astengiya li warên siaysî û aborî bi9 kêm û biçûknîşandayîn an înkarkirina destkewtên  bêmînak ên nizama  Komara Îslamî bûye. Li vê pêvajoyê  zêdetir û mezintirnîşandayîna pirsgirêkan li cem raya giştî ji ramancên Emerîkayê li çarçoveya  şerê rewanî û propagendeyî li dijî nizama  Komara Îslamî ya Îranê ye.

 Li gor vê nihêrînê, peyama rêberê giranqdr ê inqilabê û bijartina slogana geşatiya berhemanînê li sala nû, asoyeke geş û ronî datîne ber gelê Îranê û eva ku gelê Îranê çawa dikare  di eynî berxwedana  li hember dijminan, qawet û mezinatiya xwe nîşan bide.