Hevdîtina Beşar Esed bi rêberê giranqedr ê Înqilabê re, tekezkirina ser pêwîstiya hişyariya li hember komployên pêşerojê
Komara Îslamî ya Îranê, alîkariya bo dewlet û gelê Sûriyê weke alîkariya bo tevgera Berxwedanê dizane û ji dil û can pê şanaziyê dike.
Hezretê ayetullah Xamineyî,rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî sibeha duh li hevdîtina Beşar Esed serokomarê Sûriyê re, bal kişand ser vê xalê ku sir û remza têkçûna Amerîjkayê li Sûriyê û kirêgirtiyên wê yên navçeyî, berxwedana serokomarê Sûriyê û gelê vî welatî û îsrara wan li ser berxwedanê ye û got: Komara Îslamî ya Îranê alîkariya ji bo dewlet û netewê Sûriyê , wek alîkariya ji bo tevger û hereketa Berxwedanê dizanin û ji dil û can şanaziyê pê dikin.
Bê guman wekî rêberê giranqedr ê Inqilabê destnîşan kir, Sûriyê bi berxwedan û hevrêtiya gelê wê karî li hember hevalbendiyeke mezin ji Emerîka, Ewrûpa û hevpeymanên wan ên navçê raweste û ji vê bûyerê serketî derkeve. Lê digel vê serketinê, mesela giring li rewşa niha parastina hişyariya li hember komplo û pîlanên wan ên kirêt û gemar bona nifûza ji riyê din e.
Amajeya rêberê giranqedr ê inqilabê bo mesela navça navbir ku emerîkî li Sûriyê li dû pêkanîna wê ne û navê Devera Aram û Ewleh lê dikin, berûlayên giring ji vê tevgerê eşkere dike. Wî ev liv û tevegr wek komployeke bi talûke bi nav kir ku divê bi micidî li hember wê bisekinin.
Rêberê giranqedr ê Inqilabê bernama emerîkiyan bona mayîna kêrhatî li sînorê navbera Iraq û Sûriyê mînakeke din ji pîlanên wan da zanîn û tekez kir. Îran û Sûriyê kûratiya stratejiya wan in û howiyet û qaweta tevgera berxwedanê maye ser vê peywendiya berdewam û staretîjîk, li ser vê esasê dijmin dê nikaribin pîlanên xwe bêxin meriyetê.
Sûriyê bi berxwedana gel karî ku Emerîka û Îsraîlê û hevpeymanên wan ên navçeyî rastî pirsgirêekek cidî bîne. Ev pêvajoya gerçi sext û dijwar bû, lê bi hevkarî û hizûra Îranê li warê rawestana li ber terorîzmê li Sûriyê fitna DAIŞ`ê hat têkbirin lê navçe hîn li ber gef û mudaxilên li dijî aramî û ewlehiyê de ye. Emerîka baş dizane ku bona têkbirina berxwedana Îslamî divê cihê piyê xwe li Sûriyê bi her mehneyê biparêze.
Analîzorê bi nav û deng ê kolêja berevaniya neteweyî ya Emerîkayê Nîkolas Hiras li meqaleyeke bi navê `` Divê Trump li Sûriyê bo serhildayiyan sermaya wxe bixebtîne û tekez dike ku zêdekirina behrewergirtina ji bereya başûrî ya Sûriyê dê derfeta azmûn û meşqa serdestiya ser hin navçên giring ên Sûriyê bide dewleta Trump.
Niyêr Boms, profesor û dîplomatê siyonîst li navenda lêkolînên stratejîk a Dayan jî çend mehan berî niha li raporekê nivîsî: Îsraîl divê qanûna bingehîn bo rejîmekê amaed bike ku wê li navçên başûrê Sûriyê damezrîne.
Di rewşa niha de armanca plana emerîkî-siyonîstî ya parvekirina dubare a Sûriyê ser rejîmên siyasî, li gor nihêrînên olî û mezhebî û etnîkî ye. lê dewleta Emerîkayê dizane ku ev plana nikare bi lezgîniya ku hilweşandina welatên erebî li gor hevhatina Sayks Pîko cih hat were şopandin. Ji ber rewşa dîrokî û netewprestî ya gelê Sûriyê, hin faktor pêk hatine ku ew faktorana dikarin rê li ber cihatina vê planê bigrin. Faktorên hanê yên herî giring, peywendiyên olî, neteweyî û malbatî û aborî û civakî navbera gelê Sûriyê ne. Çawa ku serokkomarê Sûriyê li hevdîtina bi rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bal kişand ser hewldanên bê tifaqîçêker ên Emerîkayê û hevpeymanên wê yên navçeyî li nav qewm û etnîk û mezhebên Sûriyê û got: Van hewldanan encamên berûvajî hebûne û îro rojê li Sûriyê, kurd û eşîran peywendiyên baş bi dewletê re hene û heta hin kom jî ku berê pevçûn û pirsgirêk di navbera wan û dewletê de hebûn roja îro berûvajiya bîr û raya Emerîkayê û Erebistana siûdî bi dewletê re hevrê bûne.