Îlon 20, 2018 17:38 Asia/Tehran
  • Şirove -Rapora Wezareta karên derve ya Amerîkayê / Nîşandana dijminatiya bi Îranê ra

Wezareta karên derve ya Amerîkayê li rapora xwe ya salê derbarê têrorîsmê di sala 2017an da, Komara Îslamî ya Îranê bi piştgiriya ji Têrorîsmê tawanbar kir.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja çarşemiyê li rapora xwe ya salê derbarê têrorîsmê îdia kir ku dewleta Komara Îslamî ya Îranê di asta cîhanî da piştra têrorîsmê digire û ev piştgirî ji riya Hêzxa Qudsê ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî û Hizbullaha Libnanê tê şopandin. Rapora Wezareta karên derve ya Amerîkayê her wiha Îranê bi hebûna titştê ku Rola xerabker li navçeya Rojavaya Asyayê hatiye zanîn û destwerdana li karên navxweyî yên welatên erebî tawanbar kiriye.

Ev rapora dubarekirina raporên salên bihurî yên Wezareta karên derve ya Amerîkayê û hin tawan û îdiayan e ku rayedarên amerîkî carcaran wan di çarçova plan û axaftinnê cûrbicûr hilêdixin û mijareka nû nîne. Hilêxsitina tawanên bêbingeh di dewleta niha ya Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump li dijî Komara Îslamî ya Îranê gihîştiye astekê ku nîşana rûçirîtî û bêşermiya wan e tu tirsa wan ji hillêxistin atu mijarekê tune. Di vê navê da, raporên ku bi navê raporên salê yên Wezareta karên derve ya Amerîkayê derbarê têrorîsm û mafên mirovan her salê tên weşandin di pileya yekem da bêyî reatiya qanûnî ne, ji ber ku Amerîka bi xwe wek beşekla mezin a pirsgirêkên cîhanê di cîegehkê da nine ku aliyên din tawanbar bike. Ya duyem ev e ku raporin viha tu bingehek ji bo nirxandina siyaseta derveyî ya welatên din nine. Di erwşeka visa da raporên salê yên Wezareta karên derve ya Amerîkayê destwerdana li karên navxweyî yên welatên serbixwe û hilêxistina tawanên bêbingeh e ku nîşana dijayetiya Amerîkayê bi her welatekî ye ku naxwaze bikeve bin serdestiya wan.

Bi vê destpêkê, venihêrînek li ser siyasetên Amerîkayê li navçeyên cûrbicûr ên cîhanê ji wan navçeya Rojavaya Asyayê nîşan dide ku hokara bêewlehîtî û nearamiyê li vê naavçeyê siyasetên derveyî yên Amerîkayê û hevpeymanên vî welatî ye. Dewleta niha ya Amerîkayê li warê hevkariya bi Rêjîma Siyonîst û Rêjîma Siûdî, du rêjîmên ku bingeha têrorê û pêkanîna têrorîsmê ne, hewil dide ku hema wisa Komara Îslamî ya îranê wek serçaviya nearamiyê li navçeyê bide zanîn. Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî bi reşnîşandan û bitalûkenîşandana rla Îranê li navçeyê li vê çarçovê tê nirxandin. Îdiayên bêbingeh ên Amerîkayê li dijî Îranê heta li wî welatî bi xwe jî tûşî rexneyan bûye û ev tiştê girîng nîşana têgihîştina rastiyên niha yên navçeya Rojavaya Asyayê ye. Li vî warî da Mêdya Bincamîn çalakê dijî şêrr li Amerîkayê roja Çarşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî îdiayên Birayan Hok, nûnerê taybet ê serokomarê Amerîkayê li karên hundirîn ên Îranê li dijî bernameya mûşekî ya Têhranê, got: "Derbarê welatin mîna Erebistanê biaxivin; Vî welatî erebî, gefa herî mezin li dijî civaka cîhanî ye".

Ji bilî viya, Îdiaya Wezareta karên derve ya Amerîkayê derbarê piştgiirya KOmara Îslamî ya îranê ji têrorîsmê û danîna navê Îranê li kêleka DAIŞ û El Qaîdeyê wek gefek li dijî Amerîkayê li halekî ye ku vî welatî li gorî mikurhatina amerîkiyan bixwe rola xwe li damezirandina DAIŞê hebûye. Kilî Wared, Sênatorê parêzgeha Arîzonaya Amerîkayê çend rojan beriya niha got: "Can Mek Kêyn sênatorê komarxwaz ê wê demê yê prêzgeha Arîzonayê, Barak Obama û Hîlarî Kilînton, serokoamr û wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê bi awayê hevpar rola xwe li damezirandin û çekdarkirina DAIŞê hebûne. Wared tevî rexneya ji dewama piştgiriyên Amerîakyê ji koma têrorîst a DAIŞê, got: Mek Kêyn miliyarek û 300 miliyon doalr ji bo têrorîstan li Sûriyê daxwaz kiribû da ku çek û ewlehiya wan were dabînkirin.

nebîl Naylî, karzanê babetên siyasî jî vê dawiyê li rojnameya Rey El Yewmê nivîsî: DAIŞ bûye amûrek ji bo xapandin û pînekirina dagirkeriyên berdewam ên Amerîkayê li Sûriyê.

Li gorî rastiyên gotî, dewleta Amerîkayê têdikoşe ku hema wisa bi pêkanîna pêla tirsandina ji Îranê, Komara Îslamî ya Îranê welatekî qeyranafriîn bide nasandin, li halekî ku ku ev rastî ji herî kesî ra xûya û aşkira sye ku Komara Îslamî ya Îranê di bereya herî pêşîn a şrê dijî têrorîsmekê ye ku Amerîka û hevpeymanên wî welatî pêk anîn.