Hezîran 16, 2018 13:58 Asia/Tehran
  • Pêngavên dewlet û şîrketên ewrûpî ji bo dewama karkirina li Îranê

Berovajî sîyasetên dijî Îranê yên Qesra Sipî, rayedar û şîrketên ewropî, dewra nû ya pêngavên xwe ji bo domandina karkirina li Îranê destpê kirine.

Li dewama hewildan û pêngavên dewlet û şîrketên ewropî ji bo domandina karkirina li Îranê, Karlos Gosin (Carlos Ghosn) rêvebirê Şîrketa Çîkirina Maşînan a Renaultê ragihand ku ev şîrketa ji Îranê venakişe heta heke neçar be karên xwe kêm bike.

Şîrketa Renualtê û Sazîya Berfirekirin û Nûjenkirina Pêşeyên Îranê di sala 2017`ê de peymaneke hevkarîyê bayê 780 milyon dolarî wajo kirin.

Îran piştî Fransa û Brêzîlê, sêyemîn bazara mezin a firotina maşîn û berhemên Renualtê li cîhanê ye.

Dewleta Almanê jî ji bo raberkirina xizmetên rawêjkarîyê têkildarî boykotên Amerîkayê ji bo şîrketên bi Îranê re ticaretê dikin, nivîsgeheke taybet vekirîye. Wezareta Darayîyê ya Almanê ``Navenda Têkilîya Îranê`` vakirîye ku şîrket dikarin pirsên xwe têkildarî ticareta digel Îranê bi rêka Email`ê bipirsin.

Wezareta Darayîyê ya Almanê pêgirî kirîye ku Berlîn sozdarê rêkeitnama atomî ye û di vî warî de garantîyên kirêdîyê yên dewlet piştgirîyê dide wan, hê ber desta ne.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de bi idiaya pûç a bêencambûna rêketinama atomî ya Îranê û Koma 5+1`ê û hilêxistina dubare ya buxtanên pûç dijî Îranê, vekişîna welatê xwe ji vê rêketinamê ragihand.

Tevî astengîderxistinên Qesra Sipî, alîyên din ên rêketinama navokî, pêgirîyê ser parastina wê dikin. YE`yê jî bi daxûyanîyekê dewama pişkdarîya çalak a Çînê li rêketinama navokî girîng zanî û ragihand ku her du alî hewildana ji bo hevkarî û parastina peywendîyên aborîyê yên digel Îranê didomînin.

Rayedarên YE`yê pêgirî kirin ku Çîn beşeke rêketinama çendalî ya atomî ye, rêketinama ku bi biryara Konseya Ewlehîyê ya NY hat pejirandinê û Çîn jî yek ji endamên dayimî yên vê Konseyê ye.

Dewleta Amerîkayê li dewama kiryarên yekalî yên dijî Îranê, 3 heta 6 meh derfet daye şîrketên bîyanî ku ji bazara Îranê vekişin.

Waşîngtonê gef kirîye, şîrketên ku bi Îranê re hevkarîyê dikin dê bazarên Amerîkayê ji dest bidin û yê pêrgî cirîmeyên giran bibin. Ev kiryara Amerîkayê bi awayekî berfire li nav û derveyî vî welatî hat şermezarkirinê.

Ingilîs, Fransa, Ûrsêt, Alman, Çîn û YE`yê wek alîyên rêketinama navokî pêgirî kirine ku piştgirîyê didin vê rêketinama navnetewî.