Mijdar 27, 2017 13:06 Asia/Tehran
  • Dewama zexta partîyên neyar û rexngirtina ji dewleta Tirkîyê

Rexnegirtin û zextên partîyên neyar ên Tirkîyê ser dewleta Enqerê têkildarî sîyasetên navxweyî û derveyî yên vî welatî didomin.

Li dewama vê pêvajoyê, Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) jk ber tişta ku wî `` hikimdarîya pergala tekhizbî`` li Tirkîyê bi nav kir, rexne kir.

Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP`ê li merasima vekirina çend projên avedankirinê li devera Miradpaşa ya Antalyayê ragihand: Gelê Tirkîyê pergaleke gelserdest, mêdya û dezgeheke dadwerîyê ya bêalî dixwazin û heta cihê dikarin ji vê daxwaza xwe berevanîyê dikin.

Partîyên neyarên hikûmeta Tirkîyê nemaze piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an, hertim rexnekirê rastîn ên sîyasetên AKP`ê bûne. Li gorî bawerîya wan partîyana, dewleta Enqerê bi serokatîya Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê, bi wêdedayîna rêvebirên partîyên muxalifetê, bi dû pêkanîna pergala sîyasî ya tekhizbî li vî welatî ye. Berî vîya jî CHP`ê ku partîya herî mezin a opozosyonê li parlimana Tirkîyê ye, dewleta Enqerê bi darêştin û cihanîna derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an tawanbar kiribû. Berpirsên CHP`ê ji wan Kemal Kiliçdaroglu serokê vê partîyê pêgirî kirine ku ``derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê, hasila lihevkirina bi dizî ve ya dewleta Enqerê û Tevgera Gulen bi merema wêdebirina reqîbên sîyasî yên AKP`ê û şexsê Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bûye.``

Di eynî demî de partîyên neyar li Tirkîyê, dewleta Enqerê bi gendelî û bikaranîna dirafê narewa li karên rewa tawanbar dikin û ser vê bawerê ne ku delweta Enqerê bi wergirtina dirêv ji welatên paşvero yên Ereb ên li derdora Kendava Farsê, alîkarî daye cihanîna sîyasetên wan welatana û Amerîkayê li navçê. Divê ev tawanbarkirin asta herî jorîn a zexta partîyên neyar li dijî dewleta AKP`ê li Tirkîyê bên zanîn. Wek berteka li hemberî van tawanbarkirinan, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ragihand: Heke serokê Partîya Komarxwaz a Gel a vî welatî (CHP) idia dike ku serokomarê Tirkîyê û malbata wî bi milyonan dolar li derveyî welêt hene, angaşta xwe isbat bike, yê ji serokomarîya vî welatî wêde here.

Li gorî rapora malpera Rojnama Yeni Şafak çapa Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê şeva buhurî wek berteka li hemberî gotinên Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP`ê yên dijî wî got: Kiliçdaroglu berevanîya wan kean dike ku dijî Tirkîyê û gelê vî welatî helwestê nîşan didin.

Erdogan pêgirî kir ku fermanên pêwîst ji bo amadekirina doznameyekê dijî Kiliçdaroglu dane parêzeran û wan jî daxwaza cirîmeyeke 380 hezar dolarî ji bo wî bi hegera buxtanên li dijî serokomarê Tirkîyê xwestine.

Erdogan herwiha gotîye: Heke Kiliçdaeoglu nekare idiaya xwe isbat bike, divê ji meydana sîyasetê wêde here.

Şirovekar ser vê bawerê ne ku piştî zêde ji 10 salan, partîyên muxalefetê li Tirkîyê karîne dewleta Enqerê bi serokatîya Erdogan neçar bikin ku helwêst û bertekek cidî nîşan bide. Tevî ku nabe ev rastîya neyê berçavgirtin ku tawanbarkirina serokomarê Tirkîyê ji hêla serokê CHP`ê ve diqewime bibe hecetek ji bo dewleta Enqerê ji bo wêdedayîna vê partîya mezin ji meydana sîyaseta Tirkîyê.