Cotmeh 25, 2017 20:08 Asia/Tehran
  • Nihêrîna rêberê giranqedr: Berdewamkirina riya iqtidara Îranê pêwîst e

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, roja çarşemiyê li rêûrisma bidawîhatina dersa xwendekarên efseriya artêşê, destnîşan kir: Hêza berevaniya Îranê qet nayê gotûbêjkirin.

Hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, li vê rêûrismê bal kişande ser dijayetiya hêzxurtên zorbêj li hemberî şiyana berevaniya Îranê û got: Şiyan û hêza berevaniya Îranê nayê muzakirekirin û danûstandinkirin û li ser hemî alavên berevaniyê û her tişta ku iqtidara me ya neteweyî dabîn bike yan jî pita wê bigire, qet bi dijminê re danûstandinê nakin û emê rêya iqtidarê bi hêz û qawet pêşda bibin.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, bal kişande ser acizbûn û hêrsbûna hêzxurtan jiber iqtidara navçeyî ya Îranê û herwiha got: Dijminên pergala îslamî, sedemên iqtidara neteweyî ya Îranê, dijî xwe dizanin û li hember wan disekinin, her ji ber vê yekê dijî zêdebûna iqtidara Komara Îslamiya Îranê li nav gelan û li navçê û derveyî navçê ne, jiber ku iqtidar kûrahiya stratêjiya nizama îslamî ye.

Şiyana berevaniyê yek ji alavên girîng ên iqtidarê û faktoreka girîng bona xurtkirina hêza welatan e. Di vê çarçoveyê de Komara Îslamiya Îranê, piştî serketina Înqilaba Îslamî û jiber dewama dijminatî û tecrubeya çerrê heştsalî, şiyana xwe ya berevaniyê û sedemên iqtidara xwe xurt kirine. Di vê rêyê de, Îranê bi palpiştiya bi zanista xwecî, zirûfên xwe yên berevanî û leşkerî pircur kirine û yek ji pişkên herî girîng û bibandor ên van zirûfan, şiyana mûşekî ya Îranê ye. Komhêzên çekdar ên Îranê, ji artêşê bigire heya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bigire heya hêza intizamî û hêza gelanî (Besîc), sedem û faktorên iqtidara Îranê pêk tînin û di vê navberê de rola Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, jiber xurtkirina cîgeha mûşekî ya Îranê, berbiçav û bibandor e.

Hêz û şiyana pêşîlêgirtinê ya berevaniya mûşekî, Komara îslamiya Îranê xistiye nav koma hêzxurtên leşkerî. Her di vê çarçoveyê de, serdar sertîp Emîr Elî Hacîzade, fermandeyê hêza hewa- fezayê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, ragihandiye: Hêza çekdar a Îranê, li rêzbendiya cîhanê,  hêza heftem a cîhanê ye.

Ev hêza di çarçoveya şiyana pêşîlêgirtinê ya Îranê li hember gefên hertimî yên dijminan û kûrahiya stratêjiya Îranê ya li navçeya hestyar a rojavaya Asyayê biwate dibe.

Di rewşeka wiha de, wê şiyana leşkerî û berevaniya Îran nekeve ber gotûbêj û muzakireyên dîplomatîk û Komara Îslamiya Îranê, wê nebe êxsîra sênaryoçêkirinên amerîkiyan yên di açrçoveya Lihevkirina Navokî de. Amerîkî bi awayekî karê xwe bi ewrûpiyan re dabeş kirine û hewl didin liser tişta tu kêmasiya Lihevkirina Navokî û gefek dijî navçê didin zanîn şirîkên xwe bînin aliyê xwe û bi xwe ra bikin yekdeng ta ku li dawiyê liser bernama mûşekî ya Îranê muzakire were kirin. Lê wisan ku Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, vê dawiyê li hevpeyvîna bi belavoka amerîkî ya News Week`ê destnîşan kir: Şiyana mûşekî û berevaniya Îranê wê were parastin û mûşekên Balistîk ên Îranê jibo hilgirtina çekên atomî nehatine amadekirin û plandarêştin.

Amerîkî, ceribandina mûşekî ya Balistîk a Îranê, binpêkera rihê Lihevkirina Navokî didin zanîn û her di vê çarçoveyê de Sênaya Amerîkayê bi vê mihaneyê hewl dide şertûmerceka nû jibo sozên vî welatî yên li hember Lihevkirina Navokî kivş bike û di vê rêyê de vegerandina boykotên navokî yên Îranê xistiye destûra xebata xwe.

Li Lihevkirina Navokî çi sînorek jibo bernama mûşekî ya Îranê nehatiye danîn û berçavgirtin û heta li vê hevhatinê xalek jî tune ku ligorî vê divê Îranê liser şiyana xwe ya mûşekî gotûbêjê bike.

Di rewşeka wiha de Îran bêyî berçavgirtina zext û çêkirina sênaryoyan, wê rêya iqtidara xwe ya neteweyî bi hêz û qawet pêşda bibe.