Cotmeh 20, 2017 16:39 Asia/Tehran
  • Tirkiye bi dû gêrêdana xalên xwe yên sînorî tev Herêma Kurdistana Iraqê ye

Erdogan piştî sefera xwe ya Poloniyayê ragihand ku her dem muhtemel e Tirkiye derbasgeh û xatên xwe yên hevpar tev Herêma Kurdistana Iraqê girê de.

Erdogan ragihandiye ku her dem û gavekê îmkan heye Tirkiye derbasgeh û nuqteyên xwe yên hevpar tev Herêma Kurdistana Iraqê girê bide..

Pêştir jî piştî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê , Tirkiyê herêma Hewayî ya xwe li ser Herêma Kurdistana Iraqê girê da.

Rojnama Hurriyetê bal kişande ser van gotinên Erdogan û ragihand ku eva ewil gefa Enqerê dijî Hewlêrê piştî dengê erê yê kurdan bo giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Piştî giştpirsiya 25 Îlona bihurî li Herêma Kurdistana Iraqê , karbidestên Enqerê kiryarên sizadanê dijî Hewlêrê û karbidestên vê herêmê berçav girtin.

Ji xwe ev giştpirsiya xeterk ji bo axa Tirkiyê tê hisa, loma karbidestên Enqerê xebitîn stratejeyeke nû bona bê encamkirina van xeteran berçav bigrin, her çend karbidestên Tirkiyê li vê barê nîgeran in, lê Enqere bi sebr û ser hemda xwe siyasetan derheq kurdên Iraqê îcra dike, her çend rexneyên tund ên karbidestên Tirkiyê hem karbidestên Hewlêrê digre ber xwe û hem jî ew rexneyên Enqerê dewleta navendî ya Bexdayê jî digre ber xwe.lê ser cem dewleta Tirkiyê bawer e ku lawaziya dewleta Bexdayê bûye sebeb ku kurdên bakûra Iraqê zêdexwaziyan bikin.

Niha ku giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê birê ket, Tirkiye xetereke wiha bo xwe jî dibîne, lê dîsa jî bi hemed siyasetên xwe yên tund dijî kurdên bakûra Iraqê û karbidestên Hewlêrê bikar tîne.

Rexnekerên dewleta Enqerê bawer in, eger Erdogan dizanîbû ku babetên wekî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê wekî xeterek ji bo Tirkiyê ye, çima dewleta Tirkiyê heta vê gavê ewqas piştevaniya Hewlêrê dikir, herwisa dîsa jî ew rexnekerên siyasetên Erdogan bawerin eger bi rastî ew cudabûna kurdan ji Iraqê ji xwe ra jî wekî xeterek dizane çima bi micidî li hemberî Hewlêrê nasekine û dibêje hêtimala berçavgirtina siyasetên tund dijî Hewlêrê heye .

Neyarên siyasetên dewleta Tirkiyê bawer in ku AKP`ê bona qahîm kirina cî û mewqiya xwe li nav vî welatî û bitaybet li nav kurdên vî welatî, bi hinek mulahizatan li ser vê babetê diaxive û hêviya Enqerê evaye ku dîsa dê ev pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê ji riya diyalogê çareser be û dîsa Erdogan dikare ji vê petansiyêla veşartî bona qahîmkirina cî û mewqiya AKP`ê li nav kurdên Tirkiyê jî behre bigre, yanî Erdogan dil heye ji mesela kurdên Iraqê wekî darê destan bona ber bi xwe kişandina kurdên Tirkiyê istifade bike.

Ji aliyê dinve hinek ji rexnekerên Erdogan jî bawer in ku ev diroşma ku Erdogan li bara xetera kurdên Iraqê dertêxe holê pirtir ji bo mesrefa hundirî ya vî welatî û girtina alîkariyên navnetewî ji bo xwedêbergiravî kirîzên navçeyî ye, reftara Enqerê ku siyasetên bi dijminatî yên Tirkiyê li hemberî kurdên Tirkiyê bi xwe û kurdên welatên cînar ji wan kurdên Sûriyê û Iraqê qanûnî nîşan bide.