Tîrmeh 13, 2017 19:44 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina sefera Tîlêrson bo Qeterê

Li dawiya sefera wezîrê karên derve yê Amerîkayê bo Qeterê, wer xuya dike, encama şêwirînên wî, eva ye ku ew dixweze, nakokiyên di navbera Erebistana Siûdî û Qeterê, li ser qazanca welatê xwe bi rêve bibe.

Li gorî raproa Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ji zarê rojnama AL AKHBAR`ê, sefera Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîkayê bo Qeterê di çarçoveya sefera çendrojî ya bo çend welatên navçê û bi armanca çareserkirina nakokiya di navbera Erebistana Siûdî û Qeterê de pêk hatiye, li halekê bi dawî tê ku tu berhemek jibilî viya ku van nakokiyan bêxe nav çarçoveyekê ku Amerîka dixweze.

Bidawîhatina vê seferê bo Qeterê, li halekê ye ku li ser encamên wê nihêrîneka reşbînane û bi guman heye û civatên têkildarî qeyrana peywendiyên erebî, li ser vê bawerê ne ku karê herî zêde ku wê Tîlêrson bike, kêmkirina asta kêşeyên heyî li gorî qayide û qirarên amerîkî ye û eva li halekê ye ku nakokiyên siyasî û medyayî di asta herî dijwar a di navbera her du aliyan de, berdewam e.

Wer xuya dike sefera Tîlêrson, tu encamek jibilî viya tunebû ku kêşeya di navbera Erebistan û Imaratê bi Qeterê re, qanûnmend bike bi awayekî ku tenê welatên ku Waşîngton kivş dike, Qeterê boykot bikin.

Di vê navberê de gotinên li çapemeniyan yên Ebdulah bin Zayid, wezîrê karên derve yê Imaratê li ser viya ku sefera Tîlêrson, bi hitmaleka zav, wê nakokiyên heyî çareser neke, pirr zelal û aşkera ye. Wî herwiha got ev sefera tenê wê bibe sedema arambûna kêşeyan.

Xala girîng eva ye ku ev berpirsa imaratî herwiha got, sefera hevtûşê wî yê amerîkî wê bibe sedema derengmayîna pirsgirêkekê ku wê li dahatiyê dijwartir bibe. Her ji ber vê yekê divê meriv viya ber çav bigire ku ev gotinane, wê hitmala giran û tundbûna helwêstan li dahatiyê zêde bikin.

Bi her halekê, sefera wezîrê karên derve yê Amerîkayê bo Qeterê li halekê bi dawî tê ku tu rêçareyek li bara çareseriya nakokiya di navbera Erebistana Siûdî û Qeterê de nayê dîtin û heta aliyên herî geşbîn ên li Duheyê jî, tu çavlirêtiyek jibilî aramkirina van alozî û kêşeyan ji sefera Tîlêrson tunene.