Pîvan û faktorên pêkanîna qawetê ji zarê wezîrê bervaniyê yê Îranê
Wezîrê berevanî û piştgiriyê yê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Alê Siûd bila bizanibe ku dema welatê xwe dike depo û cebilxana Emerîkayê, ji xwe re di qawetekê saz nake.
Erebistana siûdî şemiya buhurî hevgavê sefera Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Riyazê, peymana 110 milyar dularî ya çek û sîllehan bi vî welatî re wajo kir. Ev peymana eskerî li halekê hat wajokirin ku Erebistanê liv û tevegrên li dijî îranî bi hevkariya Îsraîl û Emerîkayê daniye nav bernameya xwe û cardinan gefê li Îranê dixwe. xewn û xeyalên rejîma Siûdî li hember Îranê li ber siya çek û sîlehên emerîkî jibo Erebistanê hêz û qawetê pêk nayne ji ber ku ev çek, qaweta neteweyî pêk naynin û viyana gel têde rola xwe tine mijara ku wezîrê berevaniyê yê Îranê bi durustî bala xwe da ser û diyar kir komkirina çekên emerîkî jibo Erebistanê qawetê pêk nayne.
Serdar sertîp Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îranê roja pênşemiyê li mersima 4 Xurdadê (25 Gulanê), roja berxwedan û roja Dizfûlê, bal kişand ser liv û tevgerên siûdiyan û siyonîstan li navçeyê û diyar kir: Tiştê ku roja îro li navçê diqewime hewldana jibo lawazkirina Îranê û her wiha têkbirina berxwedanê û parastina ewlehiya Îsraîlê ye.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê li hember her komployekê heya dawiyê rawestaye. Serdar sertîp Dihqan bal kişand ser hêzên berevaniyê û got: Pêşeyên berevaniyê yên Îranê dikare li warê mûşekî her cure mûşekekê bi her menzîlekê û bi her qaweteke kavilker berhem bîne û îro mûşekên peravê bo deryayê bi birra 300 Km berhem aniye. Li gorî gotina wezîrê berevaniyê yê Îranê, bi vê hêz û şiyanê, îmkana êrişa ser hedefan heya kûrahiya oqyanûsa Hindistanê heye.Qaweta rastîn a Komara Îslamî ya îranê girêdayiyê gel û destkevtên xwecî yên xwe li warê eskerî û berevaniyê ye ku li 8 salan berevaniya pîroz, ew qaweta xwe nîşanî cîhanê da. palpiştiya hêza navxweyî û bikaranîna destkevtên giring ên dewrana berevaniay pîroz, îro ji Îrana Îslamî qaweteke berevaniyê û bergiriyê pêk aniye ku tu aliyek nawêre gefê li dijî Îranê bixwe.
Artêşa Rejîam Beisa SEdam, dîktatorê hîngê yê Iraqê ku ji aliyê piraniya welatan ji wan Erebistana Siûdî dihat piştgirîkirin nekarî viyan û berxwedana îraniyan işkest bide. Viyan û berxwedana gelê Îranê dersa herî giring a dewarana berevaniya pîroz e ku roja îro li kêleka hewldanên curbicur li warê berevanî û eskerî, qaweteke rastîntir ji dewrana 8 salan berevaniya pîroz daye nimandinê. Ev qaweta rastîn derfeta her cure midaxilê dê ji dijmin bistîne. Ev qaweta ji ber ku bingeha wê di viyana gel de ye dê heya dawiyê li hember dijminan bisekine û mînaka wê ya eşkere jî dewrana berevaniay pîroz e.
Işkesta artêşa Rejîam Beisa Sedam li şerê sepandî, işkesta dularên niftê yên siûdî û qawetçêker nabûna kelûmelên kiryarî ji welatên curbicur ji wna Emerîkayê ji hember qaweta rastîn a jin û mêrên Îranê bû.
Li gorî gotina hezretê ayetukllah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hemî qawetên cîhanê ji wan Emerîka, NATO, Sowiyet û paşveroyên navçê li serdema şerê sepandî li hember Komara Îslamî de bûn lê Îranê karî hemî hêzên hanê işkest bide.
Îran niha jî dikare îdiayê bike ku dikare hemî pirsgirêkên xwe çareser bike ji ber ku ezmûna çareserkirina gelek pirsgirêkan li serdema berevaniya pîroz heye.