Sibat 26, 2017 15:12 Asia/Tehran
  • Dûhatên zêde bûna cinayetên terorîstan li Sûriyê

Hejmara kuştiyên kiryara terorîstî ya bajarê Humsê gihêşte 42 kesan, terorîstan duh şemiyê li bajarê Humsê li navenda Sûriyê êrişî ser pêgeheke hêzên ewlehiyê kirin ku herî kêm 42 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan de Mistura û Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) bilî mehkûmkirina teqîna terorîstî ya Humsê ragihand ku ev kiryara terorîstî bona işkesta gotûbêjên Cenevê pêk hat.

Helbet mirov dikare zêde û berfirebûna kiryarên terorîstî li Sûriyê ew jî li vê demê ku gotûbêjên Cenevê despê kirine ji hêlên cubicur ve binirxîne.

Terorîstên tekfîrî ku van rojana işkestên zav ji aliyê artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê xwarine, dil hene bi zêdekirina kiryarên terorîstî xelkê bitirsînin ta ku bîr û raya giştî ya xelkê Sûriyê li hemberî işkestên xwe ku piştî işkesta stratejîke wan li Helebê hate domandinê, bixalifînin.

Piştî işkesta terorîstan li Helebê, van terorîstan hema eşkera rûhiyeta xwe ji dest dan û rastî tevlîhevî û şaşûpaşobûneke zav hatin û mirov dikare bêje ku ewna êdî asê bûn ku eva nîşana dide terorîst li li nav axa Sûriyê rastî işkesta tam hatine.

Dewama van işkestan ji bo serkirdeyên terorîstan û piştevanên wan giran bû û ewna gelekê tirsyan, loma wan biryar girtin ku kiryarên terorîstî bi şîdet bidomînin belkî bikaribin riyekê bona derketina ji vê wezyeta dijwar peyda bikin.

Helbet piştevanên terorîstan li nav axa Sûriyê jî ketine liv û tevgerî belkî bikaribin riyekê bona girtina pîşiya işkesta terorîstan peyda bikin, loma bi mihanên gotûbêjên siyasî û mudaxileya eskerî nav Sûriyê xebitîn ku bi curekê bigehêjin hawara terorîstên nav ax Sûriyê.

Loma mirov dikare liv û tevgerên siyasî yên Erebistanê li navçê û biryara Riyazê bona şandina hêzên eskerî nav Sûriyê bi alîkariya Amerîka û xebata wan bona çêkirina navçeyeke êmin di nav axa Sûriyê jî li gor vê siyasetê tê nirixandin, bona ku bi vê mihanê ciyekî êmin di nav axa Sûriyê bo terorîstan çê bikin.

Eva li halekê ye ku gotegota şandina hêzên eskerî bo nav axa Sûriyê ketiye nav qonaxeke girîng bi curekê ku hêzên taybete Rejîma Siyonîstî jî li van rojana çend caran hakimiyeta axa Sûriyê binpê kirin û eskerên rejîma Siyonîstî çend caran êrişî ser axa Sûriyê kirin.

Ji aliyê dinve mirov dikare bêje, dewama kiryarên terorîstî li nav axa Sûriyê herwisa peywendiya xwe bi gotûbêjên Ceneva 4 jî heye.Civîna ku bona çareserkirina krîza Sûriyê pêk hatibû.

Kiryarên terorîstî li nav axa Sûriyê bibaşî nîşan dide ku van grûpên terorîstî tu baweriyek bi rêçareya siyasî bona kutahîdana bi kirîza Sûriyê tune û ji her mecalekê ewna behre digrin ta ku gotûbêjên siyasî dinavbera aliyên sûrî-sûrî rastî işkestê bînin.

Helbet nêhrînekî din jî li vê barê heye û ew jî evaye ku şîdet peyda kirina kiryarên terorîstî nîşana viyaye ku li dirêjiya gotûbêjên navbera dewleta Şamê û neyarên dewleta Sûriyê, ev grûpên terorîst dixebitin pê van kiryarên xwe parûpişkên zêdetir li dirêjiya gotûbêjan bistînin, ku helbet ev karê terorîstan dê bibe sebeb hemû xebatên dîplomatîk bona çareserbûna kirîza Sûriyê rastî işkestê werin û hêtimal heye ku çarenivîsa gotûbêjên Ceneva 4 jî wekî gotûbêjên sê carên din li Cenevê bê encam bibe.

Li her hat terorîstên nav axa Sûriyê bi her mihaneyekê ku kiryarên terorîstî li vî welatî şîdet bidin, pêwîst e hemû bizanibin ku ev grûpên terorîst bona civata mirovahiyê bi xeterin, loma pêwîste her çi zûtirkê civata beşerî van kiryarên terorîstî mehkûm bikin û li şerê dijî terorê li kêlega gelê Sûriyê bin û welatên cîhanê pêwîst e teybîrên micid bona jinavbirina terorîstan li nav Sûriyê û welatên dine cîhanê berçav bigrin.