Sibat 24, 2017 18:07 Asia/Tehran
  • Mukurhatina wezîrê cengê yê berê yê Rêjîma Sîyonîst li bara piştgirîya ji têrorîsmê li Sûrîyê

Moşê Yeilon wezîrê cengê yê berê yê Rêjîma Sîyonîst li bara hevdengî û hevkarîya vê rêjîmê ligel komên têrorîst ên li Sûrîyê îtraf kir.

Moşê Yeilon mukur hat ku di navbera vê rêjîmê û komên têrorîst ên li Sûrîyê nemaze yên li nêzîkî Colana dagirbûyî da têkilî hene.

Ev mukurhatina ji ber vîya ku îsbat bûye Rêjîma Sîyonîst pişta têrorîsmê digire girîng nîne ji ber ku heta berî vîya jî tu şikek li bara piştgirîya vê rêjîmê ji têrorîsmê tinebû. Girîngîya mukurhatina Moşê Yeilon li bara piştgirîya ji têrorîsmê ji ber vîya ye ku jibo cara yekem kesekî ku postên girîng li kabîna Rêjîma Sîyonîst hebûye û heta meha Nîsana 2016`an jî wezîrê cengê li vê kabînê û rayedarekî fermî bû, bi aşkirayî mukur hat ku ev rêjîma pişta komên têrorîst digire. Di rastîyê da ev axavtina wezîrê cengê yê berê yê Rêjîma Sîyonîst mînaka belgeya fermî ya piştgirîya vê rêjîmê ji têrorîsmê ye.

Têror babeta sereke ya helwest û kiryarên sîyasî û ewlehîyê yên Rêjîma Sîyonîst e û li istiratêjîyên ewlehîyê yên wê cîgeheke girîng heye, bi awayekî ku Rêjîma Sîyonîst wekî mînaka herî sereke ya têrorîsma dewletî tê zanîn. Ev istiratêjîya heta niha bicaran li dijî Hizbulaha Lubnanê, HAMAS û Komara Islamî ya Îranê, hat bikaranînê ku têrora fermandeyên berbiçav ên Hizbulah, HAMAS û zanyarên navokî yên Komara Islamî ya Îranê ji wan in.

Israîlê mideha salên vê dawîyê da hewl da nîşan bide ku destwerdanê li qeyrana Sûrîyê nake. Eva li halekî ye ku bicaran rayedarên Sûrîyê û hevgirtîyên navçeyî yên wî pêkutî kirin ku Rêjîma Sîyonîst piştgirîya leşkerî û lêzanînê dide komên têrorîst. Li bara piştgirîya Israîlê ji komên têrorîst ên li Sûrîyê mirov dikare hegerên curbicur hilêxe.

Hegera yekem eva ye ku Israîl hevdengê mêhwera erebî-rojavay-tirkî bi dû rûxandina pergala Sûrîyê û danîna pergaleke ser bi welatên rojavayî dewsa wê da ye ku netenê sîyaseteke derve ya serbixwe tinebe belkî mayîna wê jî girêdayîyê piştgirîya zilhêzên rojavayî be. Di esasê da yek ji hegerên sereke yên hewldana welatên rojavayî jibo rûxandina pergala niha ya Sûrîyê jî lawazkirina mêhwera berxwedanê li Rojhilata Navînê û dabînkirina ewlehîya Israîlê ye.

Hegera din a piştgirîya Israîlê ji komên têrorîst ên li Sûrîyê eva ye ku ev rêjîma hewl dide bi piştgirîya ji komên têrorîst, van komana jibo dabînkirina ewlehîya sînorî ya erdên dagirbûyî ji wan girikên Colanê bikar bîne. Ser vî esasî, mêdyayên Rêjîma Sîyonîst ji zarê Moşê Yeilon xitabî komên têrorîst ragihandin: Em girîngîyê didin hewcedarîyên we û di berdêlê da hûn ê jî rê nedin ku kesek nêzîkî sînorên me bibe. Yeilon herwiha got: Ew neçar in vê yekê bikin û ew ê li navçê tu karekî li dijî me nekin.