Çile 18, 2017 17:38 Asia/Tehran
  • Dewama rexnegirtina ji guhertinên destûra bingehîn li Tirkîyê

Nîqaşên li ser guhertinên destûra bingehîn berdewam dikim. Di komcivînên partiyên siyasî de CHP û HDP`ê rexneyên giran li AKP`ê girtin. CHP banga îstîfayê kir HDP`ê jî got helwesta me diyar e, em ê ji destûrê re bibêjin ``na.``

HDP û CHP`ê derbarê destûra bingehîn de rexneyên xwe yên li dij AKP`ê berdewam kirin. Serokê Giştî yê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna partîya xwe de li ser mijarên wek şerê li Sûriyê, guherandina naveroka pergala perwerdekariyê, dozên Balyoz û Ergenekonê û kêşeyên bêkariyê rexneyên giran li hikûmetê girtin. Kiliçdaroglu got li vî welatî 10 milyon bêkar hene, bi tenê di meha raborî de 450 hezar kes bêkar mene, li Sûriyê şer heye, siyaset tevlî artêşê bûye, li welêt aborî têk diçe; birakê min! madem hûn nikarin welêt birêve bibin îstîfa bikin. Kılıçdaroglu di heman demê de li ser destûrê jî rexneyên tund li Erdogan girtin.

Kiliçdaroglu got: Erdogan dibêje ez îradeya neteweyî me. Ji 15 endamên dadgeha bilind 12 ji wan ew bixwe diyar bike. Wê demê yê baweriya kî bi dadgeha destûra bingehîn bimîne? Komara Tirkiyê dê bibe komara partiyê. Ger ev destûr bê pejirandinê wê rejim bê guherandin. Ji pergala parlamenteriyê derbasî pergala serokatiyê bibin. Wê ewlehiya can û malê tu kesî nemine û dadgeh jî wê tenê ji qesrê re bixebite.”

Berdevkê HDP`ê Ayhan Bîlgen jî di komcivîna partiya xwe de li ser destûrê û referandûmê rawestiya. Bîlgen ragihand ku serokkomar Erdogan 4 partiyên di parlametoyê de zêde dibîne, piştî ku ya xwe birin serî wê hingê jî bibêjin partiyek bes e ji Tirkiyê re. Gelo serokkomar ji millet aciz e yan ji parlamentoyê yan jî ji komcivînên partiyên siyasî; kîjan gelo? Ya rastî em jî wê yekê meraq dikin.

Herwiha Bîlgen di komcivîna partîya xwe de got: “Em bangê li AKP`ê û MHP`ê dikin. Ger hûn bi darê zorê be jî destûrê ji parlamentoyê bi 330 dengî derbas bikin û pakêtê bibin ber gel, hîngê parlamenterên me berdin em ê jî bibinîn bê wê kî serkevtî be. Em bibêjin ``na`` , gelek sedemên me jibo vê nagotinê hene.

Duyemîn gerra dengdana destûrê wê di bin sîya niqaşa hilbijartina pêşwext de berdewam bike. Di gera duyem de wê li ser pêşniyaz û xalên wê, hevdîtin û axaftin neyê kirin. Bi tenê wê li ser wan xalên ku pêşniyaza guherînê hatiye kirin bê axivîn. Di gera duyem de xelên ku li ser wan pêşniyaza guherînê nehatiye kirin wê pêşniyazname neyê dayîn. Di encama dengdanê de ger 330 deng bên bidestxistin wê biryara referandûmê bê ragihandin. Giştpirsî jî wê herî zû yan di 26`ê Adarê de yan jî di 16`ê Nîsanê de were lidarxistinê.