Kanûn 05, 2020 08:50 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Krowasiyê ji ber şehîdbûna Dr. Fexrîzade sersaxî da

Wezîrê karên derve yê Krowasiyê Îniyê bi şev di têkiliya telefonî digel Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê, ji ber şehîdbûna Dr. Muhsin Fexrîzzade zanyarê navokî û berevaniyê yê Îranê sersaxî da.

Li gorî rapora IRNAyê, Gordan Girlîç Radman di vê têkiliya telefonî da tevî sersaxîdana ji ber şehîdbûna Dr. Fexrîzade, hevxemiya xwe digel dewlet û gelê Îranê diyar kir.

Hilkolandina pêwendiyên dualî, rewşa navçeyî û navneteweyî û mijarên têkildarî Peymana Atomî ji mihwerên din ên gotûbêja wezîrên karênn derve yên Îran û Krowasiyê bûn.

Beriya vêya jî Wezareta karên derve ya Krowasiyê bi daxuyaniyekê terorkirina şehîd Fexrîzade zanyarê navokî û berevaniyê yê Îranê şermezar kiribû.

 

Serepeyv