Cotmeh 27, 2020 23:02 Asia/Tehran
  • Zerîf: Hebûna terorîstan li navçê ji bo Komara Îslamî ya Îranê qet nayê qeblkirin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê hebûna terorîstan li navçê qet ji bo Komara Îslamî ya Îranê nayê pejirandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf  îro anî ziman ku hebûna terorîstan li navçê ji me re fukaran çê dek û got: Komara Îslamî ya Îranê qet qebûl nake di rewşa îroyîn de terorîst li navçê de bibin.

Zerîf got: Hurmetgirtina ji yekperçetiya Komara Azerbaycan re û çareseriya rageşî û pirsgirêka Qerebaxê ji riya bi aştî û bê guhertin mayîna sînorên navneteweyî ji prensîpên dîplomasiya aktîv a Komara Îslamî ya Îranê ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îranê ji bo çareseriya mayinde ya rageşiya Qerebaxê planek amade kiriye ku îro anku sibê dê wê  bêxe rojevê û piştre li Moskow û Yêrîwanê  wê ew were şopandin.

Dewra nû a şerê Qerebaxê ji 27 Îlonê despê kir û di encamê de gelek kes ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar bûn.

Serepeyv