Îlon 24, 2020 15:13 Asia/Tehran
  • Heta îro 24ê Îlonê; Zêde ji 367 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 436 hezar û 319 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 367 hezar û 829 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 3521 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 436 hezar û 319 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 175 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 25 hezar û 15 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 32 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 982 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 23 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv