Tebax 20, 2020 20:02 Asia/Tehran
  • Sê îraniyên dîlê dizên deryayî yên Somaliyê hatin azadkirin

Wezareta Itila'ata Îranê ragihand: Sê welatiyên îranî ku bi destê dizên deryayî li Somaliyê hatibûn dîlgirtin, hatin azadkirin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Wezareta Itila'ata Îranê, Sê welatiyên îranî ku ji sala 2015an va dîlê dizên deryayî yn Somaliyê bûn, ji aliyê hêzên itila'atî yên Îranê va û bi hevkariya Wezareta karên derve ya Îranê û Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hatin azadkirin.

Nûçeya tam di vî warî da dê piştra were ragihandin.

 

 

 

Serepeyv