Gotûbêja sefîrê Îranê û alîkarê wezîrê derve yê Rûsyayê ser guhertinên li rojavayê Asyayê
Sefîrê Îranê li Moskowê got: Liv û tevgerên dawiyê yên Amerîkayê li Iraqê , binpêkirina serxwebûn, deshilat û yekperçetiya axa Iraqê tê hesabê.
Sefîrê Îranê li Moskowê Kazim Celalî pê telefonî bi alîkarê wezîrê derve yê Rûsyayê û nûnerê taybet yê serokomarê vî welatî li karûbarên Rojhilata Navîn û bakura Afrîqayê Mîxayîl Bagdanov re got: Kar û kiryarên Amerîkayê li Iraqê dibin sedema bê îstiqrarî û bê ewlehiyê li vî welatî û gişt navçê.
Celalî herwiha sipasiya Rûsyayê kir ji ber helwêsta vî welatî derheq boykotên zalimane yên Amerîkayê li dijî gelê Îranê û got: Dema vê yekê gihêştiye ku cihan bitev û bi yekdengî li hemberî kiryarên yekalî û bi zorê yên Amerîkayê rabe.
Bagdanov jî li vê gotûbêjê rewşa Iraqê aloz û tevlî hev da zanîn û berdewamiya şêwirkariyên navbera Îran û Rûsyayê ser rewşa navçê pêdivî nirxand.