Nîsan 02, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran şerxwazan siza dike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ber bi serokomarê Amerîkayê Donald Trump got: Îran ti şerekî naye despêkirin, lê dersekê dide kesên şeran li dar têxin ku ji bîr nekin.

Zerîf îro li peyama xwe ya Twitterê debersiv da îdiaya vê dawiyê ya Trump li dijî Îranê û nivîsî: Birêz Trump bila dîsa ji aliyê şerxwazên hertimî neyê xapandin û Îranê hin hevalên xwe hene û ti kes nikare bi milyonan hêzên wekaletî hebe.

 Zerîf got: Terseyê îdiaya Amerîkayê ku bi derew dibêje, Îran sextekarî û terorê dike, Îran bi tenê û bi eşkera berevaniya xwe dike.

Trump duh bêyî ti belgeyekê li ser hesabê xwe yê twîtterê îdia kir: "Li gorî agahiyan, Îran û wekîlên wê plan dikin ku êrişî hêzên Amerîka û avahiyên wê li Iraqê bikin. Ger êriş pêk hatin,Tehran wê berdêlên biha û giran bide.