Sibat 26, 2020 08:04 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îranê jibo sekinîna himberî vîrûsa Koronayê tam amade ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Îran jibo sekinîna himberî vîrûsa Koronayê di amadebûna tam de ye, got: Hemî nexweşxanên welêt hatine teyarkirinê û hemî pêwîstîyên pizişkî û tenduristîyê bona girtina pêşîya vîrûsa Koronayê li Îraên hene.

Hesen Rûhanî Serokê Komara Islamî ya Îranê di civîna Navenda Netewî ya Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Vîrûsa Koronayê li Têhranê da bi gotina vê yekê hemî sazî û dezgehên welêt jibo sekinîna hibmerî vîrûsa Koronayê hevkarîyê dikin, dîyar kir: Îranê di warê dabînkirina madeyên paqijker û maskan de tu pirsgirêkek tineye. 

Rûhanî bi gotina vê yekê ku yek ji komployên dijminan, xistina tirsa zêde nav civakê û rawestandina karên hemî sazî û dezgehên Îranê ye, dîyar kir: Van rojana li hin mêdyayên dijminan hin babet tên hilêxistinê ku dûrî rastîyê ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku gel bi hişyarbûn, zanebûn û berçavgirtina isûlên tenduristîyê komployên dijminan pûç dike, dîyar kir: Ji 28`ê Sibatê ve dê rewş tam asayî bibe û heke pêwîst be, Navenda Netewî ya Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Vîrûsa Koronayê dê teitîlkirina navendan an kombûnên taybet ragihîne.