Çile 19, 2020 08:23 Asia/Tehran
  • Mûsewî ber bi Macron: Kendava başûra Îranê bi tenê naveke xwe heye ku ew jî Kendava Farsê ye

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro li hemberî kiryara bi îhanet a serokomarê Fraansayê ya bikaranîna navê derew ji Kendava Farsê re bertekek tund nîşan da.

Li gor IRNAyê, Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Mûsewî di rûpela xwe ya Twitterê de xetabî serokomarê Fraansayê Emmanuel Macron nivîsî: Kendava ku ketiye başûra Îranê bi tenê naveke xwe heye ku ew jî Kendava Farsê ye. Hebûna leşkerên we li Kendava Farsê ewqas şaş e ku danîna navê derew ser vê kendavê şaş , Her du şaşitiyên mezin in, lê ew dikarin werin cebran kirin.

Mûsewî ev twitta xwe bi sê zimanên Farsî, Fransî û Îngilîzî weşand.

 Serokomarê Fraansayê Emmanuel Macron vê dawiyê li twittekê de dewsa bikaranîna navê Kendava Farsê naveke derew jê re bikar anî.

Navê Kendava ku ketiye başûra Îranê ji mêj ve û li gor dîroka dom û dirêj Kendava Farsê an jî Derya Parsê bûye û van salên dawiyê hin welatên erebî yên başûra vê kendavê  ketine bin bandora propaganda û pîjkirinên welatên kolonyalîst ên rojavayê û navê derew ê Kendava Erebî jê re bikar tînin ku ev nav derew ti belgeyeke xwe ya dîrokî tine.

Kendava Farsê wek avriya herî girîng a tranzîta neftê bi medeniyeta Îranê re pêwendiyeke xwe ya cidanebûyî heye û ev navê vê kendavê ji mêj ve di nav belge û peymanên curbicur ên di navbera gel û netewên dûr û nêzîkî wê hatiye bikaranîn.