Giliya xortên cîhanê ji cinayetên Amerîka û Al Siûd li Yemenê
Sekreterê giştî yê Rêxistina Xortan a Mafên Mirovan a Îranê qala giliya Îranê ji cinayetên Aemrîka û Alê Siûd li Yemenê li saziyên navneteweyî kir.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRIB Newsê, Emîn Ensarî, Sekreterê giştî yê Rêxistina Xortan a Mafên Mirovan a Îranê tevî amajeya bi Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan (10 Kanûnê) got: dadxwazeka tam û giştalî bi hevrêtiya komeka welatiyên yemenî û bi îmzeya xortên cîhanê li dijî cinayetên Amerîka û Alê Siûd hatiye amadekirin ku bi zûtirkê bo NY û Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê li Laheyê were raberkirin.
Ensarî bi gotina vêya ku xortên azade yên cîhanê ji vî karî pêşwazî kirine, got: Cinayetên Amerîka û Alê Siûd li Yemenê weke cinayetên Siyonîstan li Filistînê ye.
Sekreterê giştî yê Rêxistina Xortan a Mafên Mirovan a Îranê tevî amajeya bi vêya ku qeyrana Yemenê birîneka mezin li peykera Umeta Îslamê ye, got: Cîhan divê bi awayekî aşkira pişta gelê Yemenê bigire û destdirêjkeran tembî bike.