Kanûn 11, 2019 15:46 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Komployên Amerîkayê dijî gelê navçeyê dê ser nekevin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komployên Amerîkayê li dijî Îran, Iraq. Sûriye, Libnan, Efganistan, Pakistan, yemenê û welatên din ên navçeyê bi hebûna gel dê ser nekevin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da her wiha got: Gelê navçeyê bêguman dikarin li hemberî komployên dijminan li ber xwe bide. Wiha ku gelê Îranê jî di vî warî da hertim pêşeng bûye.

Rûhanî bi gotina vêya ku dewleta Îranê heta kêliyekê ji tevlihevkirina nexşeya dijmin û boykotan xafil nebûye, got: Îran bi riyên cûrbicûr ji wan xurtkirina berhemanîna navxweyî û gotûbêjê, komployên dijminan têkdişkêne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi pêşketina welêt di salên pûiştî serketina Înqilaba Îslamî da got: Pêşketina Îranê di warê Biyoteknolojiyê da derdora yek miliyar dolar bêminetî pêk aniye û kariye rê li ber derkirrîna derman û amûrên din bigire.