Kanûn 09, 2019 15:25 Asia/Tehran
  •  Mûsewî: Îran dê bersiveke qahêm bide her cure destdirêjiyekê

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê wek berteka li hember îdia û gefên eskerî yên rayedarên Rejîma Siyonîstî li dijî Komara Îslamî ya Îranê got:Îran dê bersiveke qahêm bide her cure destdirêjiyekê an kiryareke bi ehmeqtî.

Rayedarên Rejîma Siyonîstî ji wan wezîrê karên derve û wezîrê cengê yê vê rejîmê li çend rojên buhurî li gotinên pûç û pêkenî, gefa êrişa eskerî ya rasterast li Îranê xwarin.

 Seyd Ebas Mûsewî, berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja duşemiyê got: Îran bi palpiştiya qaweta li gor çanda fîdakarî û berxwedana gelê xwe bona berevaniya ji welêt û ewlehiya neteweyî dê qet kêliyekê jî nesekine û paşde venekişe. 

 Mûsewî bal kişand ser vê yekê ku gefên Rejîma dagirêkirê Qudsê nîşana lawaziya vê rejîmê û bona  nuximandina qeyran û pirsgirêkên navxweyî yên serkirdeyên wê ye û destnîşan kir: Kok û mahiyeta Rejîma Siyonîstî li 70 salên buhurî dagirkerî, gef û destdirêjî bûye.