Mijdar 13, 2019 19:11 Asia/Tehran
  • Berteka NY li hemberî siyaseta nemirovane ya Amerîkayê dijî Îranê

Alîkarê berdevkê Sêkritirê giştî yê NY wek berteka li hemberî boykotên nemirovane yên Amerîkayê dijî Îranê, daxwaza şopandina biryarên Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê di vî warî da kir.

Ferhan Heq di civîna nûçeyî ya roja Sêşemiyê wek berteka li hemberî nûçeya mirina 15 nexweşên Minminîkî li Îranê di encama boykotên Amerîkayê di warê dermanê û alavên pizişkiyê got: Amerîka û hemî welat bila biryarên Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê bişopînin.

Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê di cotmeha 2018an da piştî hilkolandina gazindeya Îranê ji Amerîkayê ji ber binpêkirina soznameya dostî û pêwendiyên aborî û mafên konsolî ya sala 1955an navbera du welatan ferman da ku Amerîka boykotên xwe dijî Îranê di beşên mirovdostane yên dermanî, xwarek û hewayî betal bike.

Li pey fermana Donald Trump di sala 2018an da jibo vegeriyana boykotan, Komara Îslamî ya Îranê bi amadekirina daxwazekê bo Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê li bajarê Laheya Holandayê bi awayê fermî li dijî dewleta Amerîkayê doz vekir û Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê roja 3ê Cotmeha 2018an bi dayîna biryara demkî li ser xêra Îranê ji dewleta Amerîkayê xwest ku bilez dawî li sînordariyên sepandî dijî Komara Îslamî ya Îranê di warên navbirî da bîne.

Lê medyayan vê dawiyê ragihandin ku 15 zarokên tûşbûyî bi nexweşiya Minminîkî (EB) ji ber nebûna dermanê canê xwe ji dest dane.

Hucet ul islam Seyid Hemîd Riza Gulpayganî rêveberê Mala EB di vî warî da got: Kompaniya swêdî ya berhemênera Çespa pansimana taybet û dermana jibo nexweşên "EB" ragihandiye ku ji ber boykotên Amerîkayê nikare siparişên dermanî yên Îranê dabîn bike.

Nexweşiya Minminîkî an "Epidermolysis bullosa" ku wek "EB" tê naskirin, nexweşiyeka mîrateyî ye ku di nav çerm da avlikê çêdike û kesên tûşbûyî bi vê nexweşiyê rîska tûşbûna bi kansera çerm in.

Van nexweşan hewcetî hene ku bi awayê rêkûpêk çespa pansimanê bi kar bînin da ku bikarin êşa ji ber birînên xwe tehemul bikin.