Îlon 20, 2019 17:50 Asia/Tehran
  •  Heft pêşniyarên dîplomatîk ên Îranê bo gotûbêja bi aşitî

Wezîrê karên derve yê Îranê bernama Emerîkayê bo pêkanîna hevalbendiyekê li navça Rojava Asiyayê rexne kir û heft pêşniyarên dîplomatîk ên Têhranê li asta cîhanî û navçeyî bo rêçareya gotûbêja bi aşitî xistin rojevê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf,  Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê di rûpela xwe ya di twîterê de nivîsî: Îranê li sala 1985`an bi raberkirina plana  ewlehiyê li Kendava Farsê, 1997an bi raberkirina plana gotûbêja medeniyetan, 2013`an bi raberkirina cîhan li dijî şîdetê, 2014`an bi raberkirina plana  civata gotûbêja navçeyî, 2015`an bi rabrekirina plana aşitiya Yemenê, 2017`an bi raberkirina plana  pêvajoya Astanê û 2019`an  bi raberkirina  plana  peymana navçeyî ya êrişnekirinê nîşan daye ku her tim li dû çareserkirina meselan ji riya gotûbêja bi aşitî ye.

 Emerîkayê li heftiyên derbasbûyî hewl daye ku hevalbendiyekê ji welatên curbicur bo tişta ku wek dabînkirina ewlehiya gemîvaniyê li kendava Farsê û tengava  Hormizê dizane, pêk bîne.