Tîrmeh 22, 2019 16:16 Asia/Tehran
  • Rêberê Inqilabê:

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêgirî kir: "Serketin bêyî berxwedan û têkoşînê bi dest nakeve û ligorî wadeya bêveger a Xwedê teala, Meseleya Filistînê bê guman dê ser xêra gelê Filistînê û cîhana Islamê bi dawî were".

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê, hezretê ayetullah Xaminêyî îro di hevdîtina digel desteyeke pillebilind a Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) de, meseleya Filistînê meseleya yekem û girîngtirîn meseleya cîhana Islamê zanî û got: "HAMAS li navenda hereketa Filistînê ye çawan ku Filistînê di nav dilê hereketa cîhana Islamê de cî girtîye".

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, berxwedana gelê Gezzê û niştecihên rexê rojavaya çemê Urdinê mizginîya serketinê bi nav kir û got: "Komara Islamî ya Îranê di mijara Filistînê de himberî hîç welatekî cîhanê şermê nake û xwe sist nake ji ber ku piştgirîya ji Filistînê meseleyeke ser bingeha bawerî û olê ye".

Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha got: "Dûrketina hin welatên dûvikê Amerîkayê yên wekî Erebistana Seûdî ji mijara Filistînê nezanîyek bû, ji ber ku heke wan pişta Filistînê bigirtana, dê bikarîna himberî Amerîkayê serpişkîyan wergirin".

Wî amajeyî plana xayînane ya Danuistandina Sedsalê jî kir û pêgirî kir: "Armanca wê komploya bitehluke, jinavbirina nasanama filistînî di nav gel û ciwanên fiilstînî da ye ku nabe rê were dayînê ew bi dirêv, nasnama filistînî ji nav bibin".

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha got: "Di salên ne ewqasî dûr da, filistînîyan bi kêvir têkoşîna xwe dimeşandin, lê roja îro dewsa kêvir wan mûşekên hişmend hene û eva bi wateya pêşketinê ye".

Salih 'Arûrî, Cîgirê Serokê Polîtboroya HAMAS`ê jî di vê hevdîtinê de qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber piştgirîya ji gelê Filistînê girt û got: "Her kiryara dijminane dijî Îranê di rastîyê de kiryara dijminane dijî Filistînê û Bereya Berxwedanê ye".