Adar 26, 2019 16:51 Asia/Tehran
  • Peyama rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî piştî bûyera rabûna lehiya kavilkir li Şîrazê

Piştî bûyera kavilkir a rabûna lehiyê li Şîrazê li başûrê Îranê, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê li peyamekê bo pêşnimêjê vî bajarî, sersaxî da gelê tazîdar û daxwaza lezgînî û micidiya li karê gîhandina alîkariyê bo kesên xisardîtî kir.

 Li gorî rapora nivîsgeha parastin û weşandina berhemên hezretê ayteullah Xamineyî, di peyama rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bo Hucetulîslam Lutfullah Dijkam, pêşnimêjê Şîrazê de hatiye: Bûyera diltezîn a lehiya kavilkir li Şîrazê ku di encamê de hejmarek ji xelkê ezîz canê xwe ji dest dan û gelek malbat li heyama betlaneya Newrozê daxdar bûn û gelek kes jî birîndar bûn û gelek xisar dîtin,dillê min êşand.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha got:Pêwîst e Hucetulîslam Dijkam pêşnimêjê Şîrazê tevî raghandina silav û peyama sersaxiy; ya min bo malbatên xisardîtî û her wiha birîndarên vê bûyerê, hewl bide ku bi xelkê re  hevdiliyê bike, bela û xisarên xelkê bicebirîne, bi berpirsên dewletê re hevkariyê bike û temîyê bide her kesî ku di peywirdara xwe de lezgîn û micid bin.

Di ecama bûyera rabûna lehiyê li  Şîrazê de, 19 kesan canê xwe ji dest dan û 105 kes jî birîndar bûn.