Adar 26, 2019 13:29 Asia/Tehran
  • Hevderdiya Tirkiye, Fransa û Utrîşê bi malbatên goriyên lehiya Îranê û xisardîtiyên wê

Piştî rabûna lehiyê li çend parêzgehên Îranê û candan û birîndarbûna hejmarek ji xelkê Îranê hin balyuzxanên welatên din li Tehranê bi malbatên goriyên lehiya Îranê û xisardîtiyên wê hevderdiya xwe diyar kirin.

Li gor rapora IRNA, balyuzxana Fransayê li Tehranê bi weşandina peyamekê li ser Twitterê bi xelkê Îranê û rayedarên vî welatî re ji ber rabûna lehiyê û candan û birîndarbûna hejmarek ji xelkê Îranê hevgirtin û hevderdiya xwe diyar kir û diyar kir ku welatê wî ji bo piştgirî û alîkariya xisardîtiyên lehiyê amade ye.

Balyuzxana Tirkiyê jî bi weşandina peyamekê li ser Twitterê bi xelkê Îranê û rayedarên vî welatî re ji ber rabûna lehiyê û candan û birîndarbûna hejmarek ji xelkê Îranê hevderdiya xwe diyar kir û ragihand ku Tirkiye ji bo piştgirî û alîkariya xisardîtiyên lehiyê amade ye.

Sefîrê Utrîşê li Tehranê Stefan Şûltz jî li ropela xwe ya Înstagramê heyf û mixabiniya xwe ji ber candan û birîndarbûna hejmarek ji xelkê Îranê di encama rabûna lehiyê de diyar kir û bi malbatên goriyên lehiyê û xisardîtiyên wê hevderdiya xwe diyar kir û desnîşan kir ku welatê wî ji bo alîkariyê amade ye.

Di encama rabûna lehiyê li parêzgehên Gulistan, Mazinderan, Fars, Loristanê gelek kesan can dan û birîndar bûn û xisarên giran li xelkê ketin.