Adar 25, 2019 12:44 Asia/Tehran
  • Berteka Qasimî li hemberî gotinên wezîrê derve yê Amerîkayê li dijî Îranê

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derheq gotinên bi dijminatî yên wezîrê derve yê Amerîkayê li dijî Îranê û Hizbulleha Libinanê bertek nîşan da û got: Dewleta Amerîkayê ku nikariye hedefên xwe yên qirêj li navça hestyar a Rojhilata Navîn bi dest xîne, dest avêtiye gef û tehdîdkirina yên din.

Li gor nûçeya IRNA, Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasim şeva çûyî got: Gotinên bi provaksiyon û nedîplomatî û mudaxileger ên wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Beyrûtê paytexta Libnanê li dijî Îranê û Hizbullaha Libnanê cardin nasname û huwiyeta Amerîkayê ji hemûyan re eşkera kir ku xwe moxtarê welatên din dizane û li karûbarên welatên azad û serbixwe mudaxile dike.

Qasimî got: Gotinên wiha ji aliyekê ve nîşan didin ku bername, plan û siyasetên zêdexwazane û xopan ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn negihêştine encamê û  ji aliyê din ve ev gotin û kiryarên rayedarên amerîkî ji ber hêrsbûna wan ji hevgirtin û yeketiya xelkê Libnanê û îstiqrar û ewlehiya vî welatî piştî pêkhatina Dewleta wê, ye.

Qasimî bal kişand ser siyasta kevn a Amerîkayê li bara tirsndina dewletên navçê û got:  Dewleta Amerîkayê ku nikariye hedefên xwe ên qirêj û nerewa li navça Rojhilata Navîn bidest bêxe, dest avêtiye fitnekariyê û mudaxileyê li pêwendiyên welatan û boxtanên derew li dij welatên din tîne ser zarê xwe.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê li çarçova parastina îstiqrar û ewlehiyê li navçê xwe wezîfedar dizane li ser qahêmkirina hevgirtin û hevkariya navbera welatên navçê li hemberî zêdexwazî û dagîrkeriyên Rejîma Siyonîstî û li dijî cinayetên komên terorîst pêgîriyê bike û ji aliyê din ve Komara Îslamî hurmeta dewlet û netewê Libnanê digire û li vî halî de ji gişt zirûfên xwe sûdê wer digire bona bihêzkirina pêwendiyên du alî yên Tehran û Beyrûtê.

Qasimî got: Komara Îslamî ya Îranê dizane, Amerîka ji ber rola bi şanazî ya hêzên Hizbullaha Libnanê û gişt kesên din li bêencamkirina komplo û pîlanên qirêj ên koloniyalîsma nû ya amerkî li navçê hêrs bûye, vêca fem dike ku gotinên rayedarên amerîkî ji ber çi ne.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Beyrûtê paytexta Libnanê cardin xwe tevlîkarûbarên Libnanê kir û bi hêrs û nerahetî: Hizbullaha Libnanê wek Rêxistineke Terorîstî bi nav kir û ji dewleta Libnanê xwest xwe ji Îran û Hizbullahê dûr ke.

Ev gotinên Pompeo bi siyaset û helwêsta eşkera û rohn a gişt libnaniyan bê encam bû.