Adar 24, 2019 16:35 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Rawestandina destdirêjiyên ser Yemenê, mecalek ji bo cubrankirina şaşitiya steratejîk a Erebistanê ye

Alîkarê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî got: Rawestandina destdirêjiyên ser Yemenê, mecalek ji bo cubrankirina şaşitiya steratijîke Erebistanê ye.

Husên Emîr-Ebdullahiyan alîkarê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li gotûbêja xwe ya tev IRIB News`ê, destnîşan kir: Siyaseta derveyî ya Îranê li çar dehekên bihurî eva bûye ku vê peyamê bide hakimên Erebistanê ku Îran û Erebistan du welatên girînge navçê ne ku dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û aşitî, ewlehî û êminatiya hertimî ji bo navçê pêk bînin.

Alîkarê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî got: Li alûgorên vê dawiyê li xebata dijî terorîzmê li navçê Îranê hertim rolekî erênî hebûye û mixabin Erebistanê û hevalbendên xwe hertim nexş û rolekî nebaş hebûne û hertim piştevanê terorîstan bûne.

Emîr-Ebdullahiyan ragihand: Siyasetên fanatîk yên Erebistanê roja îro pirtir ji her wextekî din dijayetiya digel welatên bêla û azade navçê ye û destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî derheq gelê Filistînê jî bi fermî nas kiriye.

Wî herwiha ragihand: Gotinên Mihemed Bin Selman Welîehdê Erebistanê li piştevaniya ji Rejîma Sioyonîstî û êrişa ser Filistîniyan şaşitiyekî  mezin û steratijîke û Erebistan bi vê pîlana Siyonîstî-amerîkî li pêşerojê dê ber bi parçebûnê biçe.

Alîkarê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî estnîşan kir: Îranê qet ji parçebûna welatên islamî ji wan Iraq, Sûriye, Misr, Erebistan yan her welatekî dine islamî pêşwazî nekiriye û nake û hêvîdare ku şaşitiya mezine Erebistanê û mîrnişînên Erebî li çar salên bihurî ku destdirêjiya ser Yemenê bûye, bê rawestandin.