Adar 23, 2019 18:41 Asia/Tehran
  •  Kirmaşan wek paytexta Newroza Îranê hat bijartin

Rê û resma destpêkirina mehrîcana Kirmaşan, paytexta Newroza Îranê îro tê lidarxistin.

 Li gorî rapora ILNA`yê, mehrîcana Kirmaşan paytexta Newroza Îranê encama  bi mehan xebatên karnasiyê û civînên pisporiyê ye ku ji aliyê xelkê Kirmaşanê ve hatiye pêşewazîkirin.

 Kirmaşan li vê mehrîcanê ji 3 heya 10 Ferwerdînê mazûvanê 10 komên neteweyî û 5 komên  xwecihî ye ku rê û resmên newrozî ên navçên xwe li 15 cihên  bajêr her roj dinimînin.