Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Alîkara Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê civîyan
Adar 18, 2019 16:55 Asia/Tehran
Alîkarê Taybet ê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Alîkara Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê li Brukselê civîyan.
Alîkarê Taybet ê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Cabêrî-Ensarî û Alîkara Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê Hilga Işmît di civîna li Brukselê de derbarê qeyranên Sûrîye û Yemenê û alûgurên rojavaya Asyayê de gotûbêj kirin.
Hisên Cabêrî-Ensarî yê îro di pêncemîn dewra gotûbêjên Îran û YE`yê û Alman, Fransa, Ingilîs û Îtalyayê ya derbarê qeyrana Yemenê de pişkdar bibe.
Alîkarê Taybet ê Wezîrê Karên Derve yê Îranê şeva buhurî gihîşt Bruksela paytexta Bêljîkê.