Kanûn 18, 2018 15:05 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê sefera Enqerê dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li gor vexwendina serokomarê Tirkiyê sefra Enqerê dike ji bo beşdariya li civîna pêncan a Konseya Bilind a Pêwendiyên stratejîk ên du welatan.

Li gor rapora ISNA,  Alîkarê Pêwendî û Ragihandinê yê nivîsgeha serokomariya Îranê Perwîz Îsmayîlî got: Hesen Ruhanî bi taximeke derecebilind yê siyasî û aborî sibê ji bo seredaneke du rojî diçe Enqerê paytexta Tirkiyê.

Îsmayîlî lidarxistina civîna pêncan a Konseya Bilind a Pêwendiyên stratejîk ên du welatan bi serokatiya serokomarên du welatên Îran û Tirkiyê bernama herî girîng a vê seferê da zanîn û got:Fikra pêkanîna Konseya Bilind a Pêwendiyên stratejîk ên du welatên Îran û Tirkiyê li sefera yekim a Ruhanî bû Tirkiyê hat hilêxistin û li gor wê biryare danûstandinên du welatan bigihêje 30 milyard dolaran.

Alîkarê Pêwendî û Ragihandinê yê nivîsgeha serokomariya Îranê got: Li sefera serokomarê Îranê ya Tirkiyê belgeyên girîng li warên siyasî, aborî û çandî bi beşdariya serokomarên du welatan tên îmzakirin.