Kanûn 14, 2018 16:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Serdema hêzxurtiyê li cîhanê kuta bûye

Wezîrê karên dreve yê Îranê diyar kir: Serdema hêzxurtiyê li cîhanê kuta bûye û eva ser qezanca Îranê ye.

 Li gorî rapora Al-Alamê, Muhemed Cewad Zerîf, îro îniyê li mersimekê li Têhranê bal kişand  ser rola giring a gel li Komara Îslamî ya Îranê û diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê roleke giring li cîhanê û navçê heye û dikare çarenivîsa pêşerojê kivş bike.

 Zerîf her wiha got: Îran welatekî bi qawet û bi bandor e û ev rasitiya  ne tenê li 40 salên derbasbûyî belkî li 7 hezar salên buhurî hatiye selmandin.

 Wezîrê karên dreve yê Îranê li beşeke din ji gotinên xwe bal kişand  ser vê yekê ku  Erebistanê par  bayê 69 milyar dularî çek û sîleh ji Emerîka û welatên rojavayî kirrîn lê Lîndzî Granam, senatorê Komarîxwaz ê Emerîkayê li bara  vî welatî got: Ger heftiyekê Emerîka piştgiriya rayedarên Alê Siûd neke erebistanî neçar dibûn farisî biaxivin.

 Zerîf her wiha bal kişand  ser gotinên Trump derheq vê yekê ku ger piştgiriyên Emerîkayê ji Erebistanê nebana, ev welata nedikarî xwe bi rêve bibe û got: Ez wekî misilmanekî  ji van gotinên Trump li bara  cînaran şerim dikim.

 Wezîrê karên derve destnîşan kir: Dunya guheriye û êdî welatên rojavayî navenda cîhanê nînin, li gorî vê siyasetê nihêrîna li welatên rojavayî wateya xwe tine ji ber ku welatên rojavayî li welatên rojhilatî û welatên rojhilatî jî li welatên rojavayî dinêre.