Kanûn 11, 2018 17:33 Asia/Tehran
  • Fermandê Hewa- Feza ya Sipahê Pasdaran: Îran di salê de zêde ji 40 heta 50 ceribandinên mûşekî cih tîne

Fermandê hêza Hewa- Fezayê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, bal kişand ser weşandina nûçeyên ceribandina mûşeka Balistîk a vê dawiyê ya Îranê û got: Berteka amerîkiyan nîşan dide ku ev ceribandin ji bo wan pirr girîng bûye.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, serdar Emîrelî Hacîzade, fermandê hêza Hewa- Fezayê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, herwiha got: Îran di salê de zêde ji 40 heta 50 ceribandinên mûşekî cih tîne.

Mike Pompeo (Mayk Pompêo), wezîrê karên derve yê Amerîkayê, 1`ê Kanûnê li Twîterrê îdia kir: Îranê vê dawiyê mûşekeka navînmenzin a Balistîk ceribandiye ku dikare kumikên curbicur rake.

Rojekê piştî îdiaya Pompêo, serdar Ebulfezl Şikarçî, berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê, got: Ceribandina mûşekan û şiyana berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê, ji bo berevaniyê û di çarçoveya pêşîlêgirtinê ne û ev kara wê berdewam be.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê jî li bara axiftinên vê dawiyê yên amerîkiyan li ser bernama mûşekî ya Îranê, got: Amerîkî li dewleta berê û niha ji xwe mukur hatin ku ne Lihevkirina Navokî û ne jî Biryarnameya 2231`an, çalakiya Îranê ya di warê mûşekî qedexe nakin.