Kanûn 10, 2018 17:24 Asia/Tehran
  • Tewsiyeya Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bo welatiyên îranî yên rûniştiyê Fransayê

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tewsiye li welatiyên îranî yên ku li Fransayê dimînin an berê xwe didin vî welatî kir ku ji cihên pevçûnê dûr bikevin.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê ragihand: Li gorî pevçûn û bûyerên vê dawiyê li Parîsê û hin bajarên Fransayê û hebûna pevçûn û tundiyan, em şîret li welatiyên îranî yên li Fransayê dimînin û rêwiyên îranî ku niha li vî welatî dimînin an di rojên têda dê berê xwe bidin Fransayê, dikin ku tevî miqatebûna li xwe û hişyariya pêwîst, neçin cihên pevçûnê.

D rojên dawî da nearamiyêîn berfireh û xwenîşandana seranserî ya kêmdîtî li bajarên cûrbicûr ên Frasnayê wek berteka li hemberî rewşa abûrî ya vî welatî qewmiye ku di encama wê da 4 kes hatine kuştin û derdora 1000 wealtiyên fransî ji wan hejmareka xwendevanên nûciwan hatine girtinê.