Mijdar 20, 2018 11:49 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Dewlet bi alîkariya xelkê wê Îranê pêş bêxe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî desnîşan kir ku bernamên dewletê li gor xwestekên xelkê organîze dibin û got: Dewlet bi alîkariya xelkê pêşket û serbilindiya Îranê dişopîne.

Hesen Ruhanî şeva çûyî di nav pisporên aborî, zanistî, çandî, siyasî û mezhebî yên parêzgeha Azerbaycana Rojavayê got: Îro roja cerbandin û azmûna dewletê bi tenê nîne, belkî îro roja cerbandin û azmûna xelkê ye jî û em hêvîdar in bi palpiştiya alîkariya Xwedê teala û bi saya rênimûniyên rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji vê azmûn û cerbandina dîrokî bi serkevtin û serbilindî derbas bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê rewşa îro ya Îranê wek derfetek ji bo xelkê û mijareke baş û goncaw ji bo guhertina gef û tehdîdan û pêkanîna derfetan dewsa wan da zanîn û got: Li parêzgeha Azerbaycana Rojavayê liv û tevgera pêwîst ji bo berfirekirin û pêşxistina îxracatê û derfirotinê heye û divê pêwendiya baş ya navbera Îranê û cînarên wê bi taybet ya bi cînarê wê yê hevsînorê Azerbaycana Rojavayê re wek derfeteke baş bo pêşxistina vê parêzgehê û gişt Îranê were dîtin.

Ruhanî herwiha bal kişand ser sefera vê dawiyê ya serokomarê Iraqê bo Îranê û got: Iraq pir hez dike devereke azad a ticarî û aborî di navbera du welatên Îran û Iraqê pêk were û danûstandinên ticarî yên du welatan li salê bigihêje 20 milyard dolaran.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser pêwendiyên kevn ên navbera Îranê û cînarên wê yên wek Iraq, Tirkiye û Komara Azerbaycanê û got: Pêwendiya Îranê û cînarên wê yên îro û duhinê nînin, pêwendiyên etnîkî, olî û zimanî yên neteweyên navçê qet ji hev naqetin.

Ruhanî herwiha bal kişand ser binavahiyên teknîkî û hêza însanî ya pispor li warên tendirustî û derankirinê yên Îranê û got: Ev mesela mijareke serast e bona berfirekirina tûrîsmê li navçê û cîhanê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh bona birêxistina 10 projeyên avadaniyê û aborî û despêbûna operasiyona 2 projên din çû parêzgeha Azerbaycana Rojavayê.