Cihanîna boykotên derman û xawrekê li dijî Îranê berûvajiya îdiayên Emerîkayê
Serokê navenda karûbarên hiqûqî navneteweyî yê serokê KomaraÎslamî ya Îranê got: Boykotên derman û xwarekê li dijî Îranê berûvajiya îdiayên Emerîkayê, tim cih tê û nehatye rawestandin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB Newsê, Muhsin Muhibî, serokê navenda karûbarên hiqûqî navneteweyî yê serokkomarê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Emerîkayê li îdiayên xwe ragahndiye ku derman û xawrek boykot nekirine û dikare were firotin bo Îranê û got: Nizama bankî ya navneteweyî ji danûstandinên derman û xawrekê piştgiriyê nake loma ev kelûmel tim di ber boykotê ne.
Sergêrê tîma hiqûqî ya Îranê li doza li dijî Emerîkayê li dîwana navneteweyî ya dozgeriyê li Lahê destnîşan kir: Boykotên Emerîkayê berûvajiya manîfesta Neteweyên Yekbûyî, mîsaqa mafên mirovan û berûvajiya biryranameyên civata giştî ya NY ye û li ser vê esasê Îranê karî ku dozekê li dijî Emerîkayê li dîwana navneteweyî ya dadweriyê bixe rojevê.
Muhibî got ku dewleta Emerîkayê li gorî mafên navneteweyî divê bersiva kiryarên xwe yên neqanûnî bide.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî raghand û li du qonaan boykotên li dijî Îranê zivirandin.