Mijdar 14, 2018 11:45 Asia/Tehran
  • Pênc bandên navneteweyî yên Qaçaxa madeyên hişber li Îranê hatin jinavbirin

Memûrên ewlehiyê yên Îranê li operasiyonekê karîn ku pênc bandên navneteweyî yên qaçaxa madeyên hişber hilweşînin û zêd eji şeş ton madeyên hişber li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavaya Îranê zevt bikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li vê operasiyonê 11 kes ji endamên sereke yên bandên qaçaxa madeyên hişber ku hejmareka wan welatiyên welatên ewropî ne, ji aliyê meimûrên ewlehiyê yên Îranê va hatin girtin.

Di salên dawî da çend bandên navneteweyî yên  qaçaxa madeyên hişber ku barên mezin ên pêdivî ji bo çêkirina madeyên hişber ji welatên ewropî vediguhezandin Îranê, ji aliyê meimûrên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê va hatine naskirin û hilweşandin.

Komara Îslamî ya Îranê wek bereya pêşîn a şerê dijî qaçaxa madeyên hişber li cîhanê zêde ji sê hezar û 800 şehîd û zêdetior ji vê hejmarê birîndar di vê rêkê da hebûne.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Îran wek alahilgira têkoşîna dijî madeyên hişber binav kiriye