Mijdar 13, 2018 18:01 Asia/Tehran
  • Dora nû ya gotûbêjên siyasî yên Îran û Holendayê li Têhranê

Alîkarên siyasî yên wezaretên karên derve yên Îran û Holendayê derbarê mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî hevdîtin û gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Îdareya gişt a Dîplomasiya Mêdyayî ya Wezareta karên derve ya Îranê, Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê siyasî yê wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemiyê l hevdîtina bi Andrê Haspêlz alîakrê siyasî yê wezareta karên derve ya Holendayê li Têhranê got: Amerîka bi kiryara yekalî û neqanûnî ya xwe ya derketina ji Lihevkirian Atomî hem biryarnameya Konseya Ewlehiyê binpê kiriye û hem yên din jî han dide ku wê binpê bikin.

Iraqçî tevî ravekirina siyasetên navçeyî yên Îranê got: Siyaseta Îranê berovajiya hin welatên navçeyê ku bi şaşitiyên xwe navçe tûşî kêşe û pirsgirêkên cûrbiûcr kirine, parastina aramî û ewlehiyê li navçeyê ye.

Haspêlz jî ku ji bo lidarxistina dora nû ya gotûbêjên siyasî sefera Têhranê kiriye, got: Holenda  wek endamê Yekîtiya Ewropayê û endamê ne hertimî yê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY)  pişta Lihevkirina Atomî digire û cihanîna mêkanîsma danûstandinên bankî û sûdwergirtina Îranê ji sûd û qazancên Lihevkirina Atomî bi awayekî ciddî dişopîne.