Cotmeh 20, 2018 20:26 Asia/Tehran
  • Zêde ji 33 hezar zairên pakistanî yên Erbeîna Îmam Hisên (s) derbasî îranê bûn

Birêvebirê giştî yê rêvanî û tranzîta rêyan a parêzgeha Sîstan û Belûçêstanê li başûrê rojhilata Îranê, got: Ji 6`ê Îlonê ve heya 19`ê Cotmehê, zêde ji 33 hezar ziyaretkerên pakistanî yên Erebeîna Îmam Hisên (s) ji termînala sînorî ya Mîrcawê ve derbasî Îranê bûne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Elî Xanqayî, birêvebirê giştî yê rêvanî û tranzîta rêyan a parêzgeha Sîstan û Belûçêstanê li başûrê rojhilata Îranê, roja şemiyê li seredana têrmînala sînorî ya Mîrcawê herwiha got: Heya niha zêde ji 33 hezar ziyaretkerên pakistanî yên Erebeîna Îmam Hisên (s) ji termînala sînorî ya Mîrcawê ve derbasî Îranê bûne ku anegorî dema wek wê ya di sala buhurî de sedî 28 zêde bûye.

Her di vî warî de serdar serleşker, Mihemed Elî Ceferî, fermandê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, li ser amadekirina hêsankariyên xizmetgihandin û tenahiyê ji bo zairên pakistanî yên Erbeîna hisênî (s) pêgîrî kir.

Parêzgeha Sîstan û Belûçêstanê li başûrê rojhilata Îranê, tenê rêya peywendiya Pakistanê li navça Asyaya Navîn, Ewrûpa û herwiha welatê Iraqê ye; Sînorê vê parêzgehê piştî serketina Înqilaba Îslamî ser ziyaretkerên pakistanî ve bona gihîştina li Kerbelayê hatiye vekirin.

Zairên pakistanî bona gihîştina bi Kerbelayê li Iraqê, şevekê li parêzgeha Sîstan û Belûçêstanê dimînin.

20`ê meha Seferê ya sala 1440`an a Koça Heyvî beranberî 30`ê Cotmeha 2018`an, Erbeîna îmam Hisên (s), îmamê sêyemîn ê şîeyên cîhanê û hevrêyên wî yên emekdar li deşta Kerbelayê ye.

Bi mîlyonan ziyaretker ji sernaserî cîhanê di vê rojê de ji bo beşdariya li rêûrisma Erbeîna Îmam Hisên (s) derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.

Sala buhurî zêde ji du mîlyon ziyaretkerên îranî beşdarî merasima Erbeîna Îmam Hisên (s) li Kerbelayê bûn.