Cotmeh 20, 2018 17:41 Asia/Tehran
  • Gazindeya Îranê dijî Amerîkayê li Konseya ewlehiyê ya NY hat tomarkirin

Biryara demkî ya Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê derbarê doza Îranê li dijî Amerîkayê wek belge li Konseya Ewlehiyê ya NY hat tomarkirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Antonyo Gotrêş Skritirê gişt ê NY ferman da ku biryara demkî ya Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê derbarê doza Îranê li dijî Amerîkayê wek belge li Konseya Ewlehiyê ya NY bê tomarkirin.

Fermana Gotrêş piştî dayîna destûra biryara demkî ya Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê derbarê doza Îranê ji Amerîkayê hat dayînê.

Dengên Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê tekûz, divê ch bên û nakevin ber venihêrînê.

Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê li bajarê Laheya Holandayê, 3ê Cotmeha 2018an piştî çar rojan civînên bihîstina devkî û çend hefteyan hilkolandina dosyeyê, deng xwe da rawestandina hin boykotên Amerîkayê li dijî Îranê.

Amerîkayê piştî dayîna dengê Dîwana Navneteweyî ya Dadweriyê ragihand ku Peymana Dostiyê (Navbera Îran û Amerîkayê) betal dike.