Cotmeh 20, 2018 15:01 Asia/Tehran
  • Amadetiya 100 kompaniyên ewropî ji bo hevkariya niftî bi Îranê ra

Serokê Civata Çêkeêjn alavên pêşeya niftê ya Îranê qala amadetiya zêde ji 100 kompaniyên ewropî ji bo hevkariya bi Îranê ra kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ISNAyê, Riza Xeyamiyan serokê Civata çêkerên alavên pêşeya nifta Îranê tevî amajeya bi ragihandina amadetiya 100n kompaniyên biçûk û navgîn ên ewropî ji bo hevkariya bi Îrqanê ra got: Ev kompanî dê beşarî pêşeya nift û gazê ya Îranê bin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên atomî ragihand. Amerkayê her wiha heta 4ê Mijdara 2018an derfet daye bikirrên nifta Îranê ku asta kirrîna niftê ji Îranê bigihînin sifir.

Li vî halî, Inglîs, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên din ên Lihevkirina Atomî ragihandin ku pişta vê lihevkirina navneteweyî digirin û di hefteyên dawî da hin gotûbêj ji bo parastina Lihevkirina Atomî dest pê kirine.

Ewropayê li van gotûbêjan soz da ku pakêteka piştgiriyê li çarçova Lihevkirina Atomî û jib o sekinîna li hemberî boykotên Ameîkayê li dijî Îranê raberî Têhranê bike; Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kiriye ku çaverêtî heye pakêta raberkirî ji aliyê welatên ewropî va mafên gelê Îranê ji Lihevkirina Atomî garantî bike.