Hevxemiya Îranê bi dewlet û gelê Efxanistanê re li dû êrişa terorîstî ya li Qendiharê
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, bi şermezarkirina êrişa terorîstî ya li Qendiharê, hevderdiya xwe bi dewlet, gel û malbata goriyên vê êrişê re nîşan da.
Di encama êrişa terorîstî ya roja pêncşemiyê ser avahiya parêzgariya Qendiharê de, Ebdulrezaq Eckezî, fermandê polîs û Ebdulmumin Hisên Xîl, serokê dayira ewlehiya netewî ya Qendiharê hatine kuştin û û çend berpirsên parêzgehê jî birîndar bûn. Koma Taliban berpirsyariya vê êrişê da ustiyê xwe.
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, bi pêgîriya li ser gotûbêja netewî û bidawîanîna şidetan li Efxanistanê, hêvîdariya xwe diyar kir: Bereberê hilbijartina parlimanî ya vî welatî, gotûbêj, dabînkirina ewlehiyê û gihîştina li aştiyê bikevin nav destûrxebata cidî ya dewlet û neyaran.
Qasimî pêgîrî kir: Îran pişta her însiyatîvekê ku berjewendî û xêra xelkê zehmetdîtî yê Efxanistanê garantî bike digire.
Hilbijartina palimanî ya Efxanistanê, sibê şemiyê yê were lidarxistin.