Îlon 23, 2018 08:22 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Xûzistanê şîna giştî hat ragihandin

Parêzgarê Xûzistanê û nunerê rêberê giranqedir ê inqilabê li vê parêzgehê di daxûyanîyekê de tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya li Ehwazê, roja duşem 24`ê Îlonê wekî şînga giştî li vê parêzgehê ragihandin.

Parêzgarê XÛzistanê Xulamriza Şerîetî û ayetulah Seyîd Mihemedelî Mûsewî-Cezayirî di vê daxûyanîyê de her wiha bi gotina vîya ku êrişa têrorîstî ya li Ehwazê careka din rûyê pîs ê dijminên kordil ê nizamê û gelê birûmet ê Îranê nîşan da, ragihandin ku dijminên sondxwarî yên Inqilaba Islamî û kirêgirtîyên wan divê bizanibin ku bi kiryarên têrorîstî û dijî gel, nikarin bêtifaqîyê bêxin navbera gelê Îranê de.

Koma terorîst a El Ehwaziye ku London û Riyaz pişta wê digirin û sala buhurî jî êriş bire ser karewanîyên ku seredana herêmên şerê Îran û Iraqê li wan qewimîbû, roja şemiyê ji parkekê li rex cihê birêvebirina merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê, xelk da ber gulleyan ku di encama vê êrişê de hejmarek hêzên leşkerî û xelkê bêsûc ji wan hejmarek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.

Heta vê gavê gellek welatan ji wan Rûsîye, Ingilîs, Uman, Yemen, Komara Azerbaycanê, Pakistan, Efganistan, Sûrîye, Tirkîye û Iraqê êrişa têrorîstî ya li Ehwazê şermezar kirine û xwe şirîkê xem û kesera dewlet û gelê Îranê û malbatên şehîdên vê êrişa têrorîstî zanîne.